Parlamentera Iraqê Yûsra Recep li gel TAJÊ civiya

Şandeya ku bi pêşengtiya Parlamentera Iraqê Yûsra Recep doh serdana Şengalê kiribû û li gel MXDŞ’ê civiya bû, îro serdana TAJÊ kir.

Di demekê de ku gefên destwerdana hikumeta navendî ya Iraqê û PDK'ê ya li ser Şengalê dewam dike, şandeyek bi pêşengtiya Parlamentera Iraqê Yûsra Recep serdana Şengalê kir.

Şandeya doh li navenda Şengalê serdana Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXŞD) kir, îro jî bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re civiya.

Di hevdîtinê de bi giranî rewşa jinana li Şengalê bi taybetî jî rewşa jinan a piştî fermanê hate nirxandin.

Şandeyê piştevaniya xwe ya bi jinên Şengalê re jî anî ziman û diyar kir ku wan xwestine ji nêz ve rewşa jinên Şengalê bişopînin û bibînin.