Parlamenterên Goran û YNK'ê tevlî kampanyaya li dijî dagirkeriyê bûn

Parlamentera Tevgera Goran Gulîstan Seîd û ya YNK’ê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gotin, êrişên dewleta Tirk jenosîd e û bang li parlamenteran kirin ku bêdeng nemînin.

Kampanyaya îmzeyê ya ji bo ku leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derkevin Jinên Ciwan ê Tekoşer û Ciwanên Welatparêz bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanîn de dabû destpê kirin, didome.

Kampanya li seranserê Başûrê Kurdistanê didome. Heta niha 16 hezar îmze hatiye komkirin. Gelek aliyên siyasî, parlementer, hunermend, peşmergeyên dêrîn, mamoste û kesayetên serbixwe piştgirî didin kampanyaya îmzeyê.

Parlementerê Herema Kurdistanê ya Tevgera Goran Gulîstan Saîd û Parlementerê Iraqê ya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Rêzan Şêx Dilêr, piştgiriya xwe dan kampanyaya îmzeyê. Parlementeran di demên dawî êrîşên dagirkeriya Tirk ya ku li ser axa Başûrê Kurdistanê pêş dikeve nirxandin.

Parlementerê Herema Kurdistan ya Tevgera Goran Gulistan Said, êrîşên leşkerên Tirk ên li ser Herema Kurdistanê weke cûreyekî dagirkeriyê pênase kir û bi dewamî wiha axivî: “Êrîşên Tirk, binpêkirina mafên mirovan û qanûnê navnetewî ye. Ew rêkeftinên navcîhanî aştî û parêzgerî li sînorê navdewletî hemû tê de, aniha em dibînin ku sînor derbas kirine, êrîş tînin ser axa Kurdistanê. Bi çarçoveya Iraqeke Federalî wate hem destdirêjî ser axa Iraq hem jî destdirêjî ser axa Heremê Kurdistanê ye. Çunkî Herema Kurdistanê bi destûrekî bingehîn li Parlementoya Iraqê de tê naskirine. Mafê xwe girtiye. Pêwîst e ev êrîşên leşkerî dawî lê bînin. Dest dirêjî li ser axa Kurdistan dawî lê bîne. Ji ber vê yekê rewşeke nexweş û nearamî li Heremê ava kiriye.

TIRKIYE JENOSÎDÊ DIKE, DEMOGRAFIYÊ DIGUHERÎNE

Gulîstan da diyarkirin ku êrîşên Tirkiye di her alî de jiyan têk biriye û wiha pê de çû: “Gelê me yê ku her roj rastî êrîşan dibin, taybet gund û navçeyên ser sînor, bax û bahçeyên wan têk diçin, alî aborî de ziyaneke zêde tê ser Herema Kurdistan. Çunkî ew herem cotyar e û ziyan tê ser berhemên wan. Ji bo canê xwe rizgar bikin, berhemên xwe dihêlin. Ev karekî jenosîd e, demografiya navçeyê jî digûhere. Ev navçê û gund hemû aşiret in û hizmên hevdû ne. Dema ku êrîş li ser wan navçeyan çêdibe têkiliyên civakî jî tune dibe. Qeyranên civakî jî derdikeve holê. Qeyranên leşkerî derbikeve holê. Jiyan têk diçe. Ew rêkeftinên navdewletî ku hemû dewlet mohr kiriye di vê rewşî de dikeve lêpirsînê. Ji ber van divê Neteweyî Yekbûyî bêdeng nemîne. Hikûmeta Herema Kurdistan pêwîste ber van êrîşan bisekine û dawî lê dayîn. Li tu derê nabekî ku welatek din axa welatekî din derbas bike û bikeve nav axa wî. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê jî were ser xet. Çunkî ev der bi destûr beşekî ji Iraqê ye. Ji ber vê yekê ji bo êrîşan bidin rawestandin divê heman hengiyek hebe.”

Gulîstan, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ji bo berfirehkirina xakê ye û dagirkirin e. Ji bo vê jî tenê êrîşê Herema me nake, êrîşê Rojavayê Kurdistanê jî dike. Aniha li Lîbya şer dike.”

‘EV KARÊ ME HEMÛYN E, ERKA ME HEMÛYAN E’

Gulîstan herî dawî ji bo kampanyaya îmzeyê jî ev tişt gotin: “Ji bo destpêkirina kampanyaya îmzeyê destxweşî li gencan dikim. Ev erk tenê ne yê we ye, yê hemû hemwelatiyên Kurdistan e. Ev erkekî nîştîmanî û axparêziye. Nîştîman dayika me hemûya ye ji ber vê yekê erk jî yê me hemûyn e. Karê we karekî birûmet e. Ez hêvîdarim armanca ku hûn di kampanyayê de dixwazin pêk were.”

Rêzan Şêx Dilêr, di derbarê dagirkeriya Tirk û kampanyaya îmzeyê de nêrînê xwe wîha anî ziman:

‘PÊWÎST E IRAQ BERSIVA ÊRÎŞAN BIDE’

“Em hemû dizanin her dewlet sînorê xwe bi taybet heye. Mixabin dewleta Tirkiye ev sînora binpê dike. Sînor derbas kirine û ezman jî derbas kirine. Wan navçeyên ku li ser sînor kiriye bin xeteriyê, bombebaran dike û welatiyan dikûje. Pêwîste dewleta Iraq li di demekî nêz de bersivî van êrîşan bidin. Û leşkerên Tirk ji Iraqê derbixe.”

Wisa diyar dike ku di navbera Iraq û Tirkiye de hevpeymanek hebe. Ji bo vê Tirkiye ewqas dikare leşkerê xwe bîne, baregeh ava bike û bombebaran bike. Û Iraq jî li hember van kiryaran bêdeng bibe. Helwestê ku ji alî dewleta Iraqê derketiye helwestê ku şerminokên. Cihê xwe nagire. Hiç ferkekî di navbera DAÎŞ û Tirkiye de nîn e. DAİŞ ji bê pirsyar dagir dike, Tirkiye jî wiha dike. Li hember êrîşên Tirkiye yekem mesûl Iraq e. Divê êrîşa bide sekinandin û wan leşkeran jî derbixe derve.

Tirkiye bi bahaneya PKK êrîşê axa Başûr dike. Pirsgirêkek siyasî hebe divê Tirkiye di hundirê sînorê xwe çareser bike. Bi dîplomasî di nava dewleta xwe de çareser bike. Tirkiye aniha dikare gerillayek li Elmanya hebe Almanya dagir bike, bombebaran bike? Hemû hincet e. Li ser axa Başûrê Kurdistan metirsiya dagirkerî pir zêde ye. Divê Parlementer bêdeng nemînin. Mixabin bêdengiyekî jî heye. Karêku hin dikin bêdengî dişkîne.

Kampanyaya îmzeyê helwestekî zor baş e. Destê wan saxbe.”