Parêzvanekî mafên mirovan ê Êzidî li Duhokê hate kuştin

Parêzvanê mafên mirovan ê Êzidî aktîvîst Şêx Paşa li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê hate kuştin.

Şêx Paşa ji bo Êzidiyên ji ber êrişên DAÎŞ'ê yên li Şengalê reviyan, kampanyayên alîkariyê lidardixist. Şêx Paşa ku bi kampanyayên alîkariyê dihate naskirin, ji aliyê kesên nenas ve bi çekê hate kuştin.

Şêx Paşa her wiha nerazîbûneke tund nîşanî peymana navbera PDK û Bexdayê dabû.

Têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir, heta niha kes nehatiye destgîrkirin.

Hefteya derbasbûyî jî li navçeya Şêxanê aktîvîstê Êzidî Beşîr Kûriya hatibû kuştin.