Parêzvana jiyanê: Zeynep Amanos

Gerîla Zeynep Amanos bi tenê gule li dijminên xwe nedireşand, wê hewl dida hevrêyên xwe yên birîndar jî rizgar bike. Li gorî wê divê şervanek heta kêlîka dawîn jiyan biparasta.

Wê şûtika xwe ya kesk li nava xwe pêça… Cara dawîn li şûrê xwe nihêrî û biryar da ku kêlîka ku ew li bendê bû, ev bû. Hêdîka şûrê xwe ji ber xwe kişand. Careke din li zenda xwe nihêrî, vê carê destê xwe lê jidand û hişk bi şûrê xwe girt. Li pêş nihêrî, li cihê herî bilind ê gir. Cara dawîn li Heftanînê nihêrî. Bêhneke kûr kişand.

Guliyên xwe yên ji simbilê zer vekir û bi porê xwe rê li ber ba xist. Çavê wê yê şîn ê wekî asîmanan, guhê wê yê pêjna xwezayê dikir û destê wê yê li ser şûr jî dizanî ew çi dike. Ew li ser vê axê ne şervana pêşîn ne jî ya dawîn bû. Ew ne ya pêşîn bû li dijî nemerdî û xayîntiyê şûr dikêşa û ne jî wê ya dawîn bûya. Ne gerîlaya pêşîn bû ku dermanê nemiriyê xwaribû ne jî ya dawîn bû. Ew ne ya pêşîn bû ku xwe fedaî zarokên azad kiribû û ne jî wê ya dawîn bûya. Bêyî ku bifikire ax çawa bi xwîna me sor dibe, dar bi şerê me hêşîn dimîne û em berdêlê didin, ne jî çûkên dixwendin û ne jî rêhevalên wê yên gerîla yên li ser gir, nedizanîn wê çawa bibe.

Hebûneke bi esalet ya salan, li Girê Kartal ê Heftanînê, li dijî dagirkerên riziyayî û îxanetê, dijminên ax, edalet, exlaq û wijdan li hemberî wê bû. Ferman dabû dilê xwe, li ser sînga xwe nîşaneya wêrekiyê rozeta sor a PKK’ê daliqandibû. Ya şer dikir ne ew bû. Ew hêrsa kûr a sedsalê bû ku şer dikir. Dest bi meşê kir û şûrê xwe şidand. Li Girê Kartal ê Heftanînê ajot ser leşkerên Tirk ên dagirker.

Dilşewatî, merhamet, qelsî, hêsirû hestiyarî tunebû. Ji ber ku ev der welatê Kurdistanê bû. Ev dera ku bi qasî ku em ji bo wê bimirin, me jê hez dikir. Li vir qelsî û hestiyarî tunebû. Ev der li Heftanînê nîveka cengekê bû. Li qada cengê jineke ku li ser axa lanet û pîrozê lê şer dikin, hezkirinê ew xurt kiriye û PKK’ê ew gihandiye, ji nû ve ji dayik bû. Zeyno li Girê Kartal ji nû ve bû sîlahşorek.

Bi her du destan şûrê xwe girt. Berê kefa xwe destê xwe xwînî kir. Wê xwîna sor li eniya xwe da. Yeko yeko bi kujerên rêhevalên xwe şer kir. Yeko yeko rûyê hemûyan dît û wisa şûrê xwe avêt stûyê dagirkeran. Bi dilê wan ê riziyayî yeko yeko şer kir. Dem li derveyî Xwedê ne tiştekî din bû. Wê niha zeman tune kiribû. Li holê bi tenê dem mabû.

Gerîla Zeynep Amanos bi tenê gule li dijminên xwe nedireşand, wê hewl dida rêhevalên xwe yên birîndar jî rizgar bike. Li gorî wê divê şervanek heta kêlîka dawîn jiyan biparasta. Divê di jiyanê de israr bikira û dema ku ew kêlîk hat, divê ji bo axa ku ew şer dike, xwe feda bikira. Di nav sorahiyan de ketibû derdê rizgarkirina hevrêyên xwe û hay ji xwîna xwe nebûbû. Wisa bû, birîn dema germ be bedenê naêşîne. Ji ber wê jî qet hay jê çênebû ku ew birîndar bûye û wê wekî xwedawendan hemû hevrêyên xwe parast. Bi wê şûtika xwe ya kes xwîna rêhevalên xwe paqij kir.

Dagirker di 11’ê Tîrmehê de têk çûn û nekarîn ji gir dakevin, ji ber ku hemû bi şûrên gerîla Zeynep û rêhevalên wê parçe bûbûn û bedena wan a riziyayî li ser axa Kurdistanê hatibû raxistin. Girê Kartal çavê xwe ji berxwedana gerîla Zeyneb, Evîn, Şoreş, Gever û Hozan vekir.

Şûrê Zeynebê ji destê wê ket, bi esaleta şovalyeyan sînga xwe vekir û ji lûtkeyê li bedewiya Heftanînê qîriya ‘Bijî Serok Apo!” Bi wê pora xwe ya zer, bedena rêhevalên xwe pêça.

Û zeman, xwe bera nav destê rengê jinane ya gerîlayên tarza nû da.