Parêzeriya MEBYA-DER’ê weke sûc hat dîtin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 20 parêzerên endamên OHD’ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin. Parêzeran li midûryeta polîsan îfade da.

Der barê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzerên ku li Wan, Amed û Êlihê dixebitin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dabû destpêkirin de ji bo îfadeyê bidin çûn midûriyeta polîsan.

Naveroka lêpirsîna ku par hatiye dest pê kirin, ji ber biryara nepenîtiyê nayê zanîn. Dema parêzer ji bo îfadeyê çûn midûryeta polîsan, hinceta lêpirsînê jî derket holê.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, parêzeriya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan (MEBYA-DER) re sûc dît.

Parêzer li bajarên lê dijîn çûn midûryeta polîn û îfade dan. Ji parêzeran der barê xebatên MEBYA-DER'ê, gelo ew endamên MEBYA-DER'ê ne û serlêdana sûc a ji bo êrîşên li ser goristanan kirine hatin pirsîn.

Li ser mijarê parêzeran diyar kirin ku ji ber ku biryara nepenîtiyê nehatiye rakirin, ew nizanin di dosyayê de çi heye û gotin:“Dema ku em li dosyayê binêrin, em ê tam hîn bibin ka çi bûye. Lê di dema îfadedayînê de der barê giliyê me yên sûc ên der barê goristanan û parêzeriya MEBYA-DER'ê de ji me pirs hatin kirin. Her wiha ji me pirsîn ka em endamên MEBYA-DER'ê ne. Aşkera ye ku hemû xebatên me yên parêzvaniyê di çarçoveya sûcan de hatine nirxandin."