Parêzerên Tûrgût û Osman serî li Dadgeha Destûra Bilind dan

Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ên ku ji Helîkoptêrê hatibûn avêtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk dan.

Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ku li navçeya Şaxê piştî destgîrkirinê ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi sedema ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên sivîl Servet Tûrgût û Osman Şiban destgîr kiribûn û piştre jî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Servet Tûrgût ji ber vê avêtin û îşkenceya giran ku lê hatibû kirin şehîd bû û Osman Şiban jî hê rewşa wî giran e. Parêzerên Tûrgût û Şiban, bi sedema ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirk dan.