Parêzer Demîr: Ramanên Ocalan rêya çareseriyê ye

Endamê OHP'ê Parêzer Cemal Demîr diyar kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ro bi roj giran dibe û got, rakirina vekirina rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir de nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û tecrîdek girankirî li ser heye. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Cemal Demîr li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku 18 sal in hemû rêyên hiqûqê li Îmraliyê hatine binpêkirin. Demîr destnîşan kir, ku rakirina tecrîdê vekirina rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

'TECRÎD BIRYARA ŞER E'

Parêzer Demîr da zanîn ku ji beriya niha weke parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wî 5 caran serdana Îmraliyê kiriye û wiha axivî: "Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve rêzdar Ocalan bi ti awayî nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Dema ku mirov tecrîdê binirxîne tê xuyakirin ku 18 sal in Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye. Cudahiya tecrîd û şer ji hev tine ye.  Dema ku hikûmeta AKP’ê biryara şer dide, tecrîdê li ser Ocalan giran dike. Li gel vê yekê jî hemû rêyên hevdîtinê yên Ocalan dibirin. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê divê Ocalan hemû mafên xwe yên hevdîtinê bikar bîne û hevdîtin neyên astengkirin. Parêzêran bi dehan caran ji bo hevdtinên serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dan, lê belê heta niha ti bersiveke erênî nehatiye dayîn."

DEMA MIJAR MAFÊN OCALAN BE…!

Demîr destnîşan kir ku ji bo tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bibe gelek caran parêzeran serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa dane û wiha pê de çû:"Ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, parêzeran gelek caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê dan. Lê belê hemû serlêdanên parêzeran bê bersiv mane. Dema mijar dibe mafên Ocalan cîhan kerr û kor dibe. Ji beriya hewldana darbeya leşkerî, şandeyek ji CPT hate serdana Îmraliyê û bê ku encamên serlêdanê bi raya giştî re parve bikin vegeriya. Helwesta CPT bi ti awayî nayê qebûl kirin. Li gel hemû hewldanên parêzeran jî CPT ti agahiyên zelal nedan û rapora xwe bi raya giştî re parve nekir."

'DIVÊ CPT BIÇE ÎMRALIYÊ'

Demîr helwesta CPT a li hemberî Îmraliyê rexne kir û xwest demildest şandeyek ji CPT biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Demîr anî ziman ku ji bo pêşî girtina li îşkenceyê, CPT saziyek girînge û ev tişt got: "Divê CPT peywira xwe bi cîh bîne û demildest serdana Îmraliyê bike. 18 sal e li Îmraliyê şert û mercên rêzdar Ocalan ji tecrîd û îzolasyonê derbasbûye, bûye îşkence."

'RAMANÊN OCALAN RÊYA ÇARESERIYÊ YE'

Parêzer Demîr destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hemû rêyên siyasetê xitimîne û wiha got: "Wekîl û Hevserokên Partiyan di girtîgehan de ne, li sedan şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin. Eger tecrîda li ser rêzdar Ocalan bidawî bibe dê li welat kaos jî bi dawî be û riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd wê vebe. Ramanên Ocalan rêya çareseriyê ye û nexşe rêya Ocalan heye. Ji bo vê yekê divê tecrîd rabe û li welat li ser rêyên diyalogê bên axaftin."