Parêzer Baran: Li Îmraliyê hiqûq nîne

Parêzer Bariş Baran nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq nîne. Baran destnîşan kir ku ti civak nikare bi demdirêjî xwe li polîtîkayên şer rabigire.

Parêzer Devrim Bariş Baran derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, axivî û anî ziman ku 21 sal e li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin û got: "Divê mirov di aliyê hiqûqê de li bûyerê binêre, ez kesekî hiqûqnasim û ji bo vê yekê di vê çarçoveyê de ez li mijarê dinirêrim û dibînim ku li Îmraliyê hiqûq nayê pêk anîn. Li dijî Birêz Ocalan biryarên siyasî tên girtin. Zagon pir vekirî ye û xala 5275’ê ya înfaz û cezayê heye. Her wiha ev zagon çawan tê bikaranîn jî li holê ye. Li gel em zagonan rexne dikin jî lê li holê zagonek heye û dewlet vê zagona xwe jî binpê dike. Ev zagon ji bo hemû girtî û hikûmxwaran derbas dibe û weke hev e. Ji bo kesekî taybet rejima înfazê nikare were guhertin û ev jî ji derveyî zagonan bingehîn e. Dewsa ku rêgezên zagonên werin bikaranîn, bi rêbazên cuda pêşî li hevdîtinan digrin.”

‘DEMA HEVDÎTIN ÇÊ DIBE, WELAT ARAM DIBE’

Baran da zanîn ku dewlet kengê bixwaze hevdîtinan bi Ocalan re dike û li gorî dilê xwe hiqûqê binpê dike û wiha pêde çû: “Di demên borî de gelek mînakên wiha hatin jiyîn. Di pêvajoya çareseriyê de Hevserok, serokên partiyan, wekîl, rayedarên dewletê, MÎT û gelek rewşenbîr diçûn Îmraliyê û hevdîtin pêk dianîn. Ev jî tê wateya ku dewlet hiqûqê li gorî dilê xwe binpê dike û hiqûq nayê bi cih kirin. Divê hiqûq bikeve dewrê. Binêrin ka ev di aliyê hiqûqê de raste? Di aliyê raya giştî û navneteweyî de rast gelo? Na ev ne rast e. Lê mixabin dewlet hiqûqê di vî warî de bikartîne. Li gel mafên rewa yên hiqûqî, Birêz Ocalan kesekî siyasetmedar û Rêberê Gelan e. Demên ku mekanîzmayên hiqûqê dikevin dewrê û Birêz Ocalan rola xwe dilîze, welat bêhnekê digre û ev yek jî me di dema pêvajoya çareseriyê de dît. Welat veguherî kûlîlkekî ji nû ve bişkivî û bihar hatibû welat. Li ser vê axê mirov jiyana xwe ji dest nedidan. Her wiha rewşa aboriya Tirkiyeyê di yek carê de guherî.”

‘BIRYAR SIYASÎ NE’

Baran destnîşan kir ku biryarên li Îmraliyê tên girtin siyasî ne û got: “Ev rewş bi geşedanên li Sûriye û Rojava diqewîn ve jî girêdane. Niha li Rojava pergalek ji deskeftiyên Kurdan hatiye afirandin. Bi awayek vekerî dewlet li dijî vê pergalê ye û bi vê ve girêdayî tecrîda li Îmraliyê kûr dike. Li gorî nêrîna min wê tifaqa bi gelê Kurd re deskeftiyên mezin bi xwe re bîne û wê welat pêş bixe. Mixabin dewlet ti carê dest ji vê rêbaza xwe ya têkçûnê bernade û dixwaze her tiştê bixe dibin kontrola xwe. Li Tirkiyeyê demokratî roj bi roj paş dikeve û polîtîkayên şer tên pêşxistin. Dîsan li hundir û ji derve re rêzgirtin tê windakirin. Li gel vê jî di polîtîkaya xwe de israrê dikin. Ev polîtîka heta dawiyê wiha na meşe, wê rojek dawî li vê polîtîkayê were û rê û rêgezên aştiyê bikevin dewrê.”

‘DIVÊ DÎLGIRTIN BI DAWÎ BIBE'

Baran, bal kişand ser bangawaziyên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê yên ji bo girtiyên siyasî û girtiyên din û wiha domand: "Lê belê li Tirkiyeyê sererastkirineke qanûnî hat çêkirin û girtiyên siyasî daxilî vê sererastkirinê nehatin kirin, tenê hin girtî hatin berdan. Kujer, tecawuzkar û çete hatin berdan. Ev şewb cihêkariyê naxe navbera mirovan û ji bo mirovahiyê talûkeyeke mezin e. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê aktorê sereke Birêz Ocalan e. Gava mirov vê yekê bîne ber çavan divê ji bo tevahiya mirovahiyê şert û mercên jiyanê yên Ocalan baş bibin. Ev jî bidawîbûna şert û mercên dîlgirtinê yên di nav pergaleke îşkenceyî û tecrîdê de pêk tên pêkan e. Hiqûq ji bo her kesê pêwîste û ji bo her kesê divê bê bi cîh kirin."