Parêzer Arta: Eger Abdullah Ocalan biaxive wê pirsgirêk çareser bibin

Hiqûqnas Bûrhan Arta got, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetê axaftinê dibîne, alozî û rageşî zû çareser dibin û destnîşan kir, eger hikumet qanûnên heyî bi cih bîne wê gelek pirsgirêk çareser bibe.

Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi hezaran girtiyên siyasî ve tê meşandin, di roja 108'an de ye.

Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Azad (OHD) parêzer Bûrhan Arta li ser polîtîkayên heyî yên hikumeta AKP'ê, tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê axivî. Arta diyar kir ku tengavkirina qada demokratîk a li welêt bandorê li tevahiya jiyanê dike. Arta destnîşan kir ku çareserî jî pêvajoyeke nû ya aştiyê ye û bang li hikumetê kir ku qanûnên heyî bi cih bîne.

Arta diyar kir ku tengavkirina qada demokratîk herî zêde bandorê li girtîgehan dike û got, "Ev yek pêkanîneke giştî bû û vê yekê bandor li her beşên civakê kir. Em di rewşeke welê de ne qada demokratîk tê astengkirin. Em dibînin ku ev yek bandorê li ser siyasetê, civakê û hiqûqê dike. Li qada hiqûqî kiryarên mezin ên antî demokratîk rû didin. D nava 4-5 salên dawî de qada hiqûqî gelekî hate tengav kirin, kiryarên antî demokratîk hene. Bermahiyên pîvanên hiqûqa gerdûnî jî bi cih nayên anîn. Li gelek deveran destûr nayê dayin ku daxuyaniya çapemeniyê jî bê dayin. Mafên hiqûqî hemû hatine astengkirin."

'DIVÊ OCALAN KARIBE JI MAFÊN XWE SÛDÊ WERBIGIRE'

Arta anî ziman ku li Kurdistanê hiqûq bi temamî hatiye betalkirin û wiha dewam kir, "Rojek nîne ku li bajarekî kombûna mirovan nayê astengkirin. Ev yek bandoreke hîn giran li girtîgehan dike. Di destûra bingehîn de tê gotin ku hemû welatî wekev e ku ev pîvan ji bo mirovên li girtîgehan jî derbas dibe. Qanûnên neyî divê ji bo her kesî bi rengekî wekhev bên Pêkanîn. Li girtîgehan ji sala 2019'an û vir ve astengiyên gelekî giran hene. Grevên birçîbûnê dewam dikin. Divê bi vî rengî bê nirxandin: Destûreke bingehîn heye û di rejîma înfazê de divê nêzîkatiyeke wekhev li mirovan bê kirin. Kesê li girtîgehê kî dibe bila bibe li gorî qanûnan xwedî mafê wekhev e. Berpirsyariya dewletê ye ku mirovên li girtîgehê karibin xwe ib pêş ve bibin û biparêzin. Şert û mercên tenduristiyê û xwedîkirinê di bin garantoriya dewletê de ye. Çarçoveya van mafan jî bi qanûnan hatine diayrkirin û divê Birêz Ocalan jî karibe sûdê ji van mafên xwe werbigire."

'QANÛNÊN HEYÎ BILA BI CIH BÊNE ANÎN'

Arta bi bîr xist ku ji sala 2019'an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekariye hevdîtinê bike û got, "Ev yek li dijî pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn e. Bi derfetên kêm jî be eger qanûn bi cih bên anîn wê ev pirsgirêk rû nede. Qanûnên heyî jî nayên bicihanîn. Ji sala 2019'an û vir ve grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hene û çareserkirina van kêmasiyan bi bicihanîna qanûnên heyî pêkane. Divê mirov eşkere bêje, ev pirsgirêk ne yên neyên çareserkirin e. Eger qanûnên heyî bê bicihanîn wê tecrîd ji hjolê rabe. Welatî çi li derve çi jî girtî be, li pêşiya qanûnan wekhev e. Divê mirov di çarçoveya mafên mirovan û azadiyê de li meseleyê binerin. Kes li ku dibe bila bibe mafê xwe heye ku malbata xwe bibîne."

'MAFÊ GIRTIYAN Ê PÊŞVEBIRINA XWE'
Arta bal kişand ser raporên CPT ên li ser tecrîda li Îmraliyê û ev tespît kir, "Mafê mirovan heye ku kesayetiya xwe ya manewî bi pêş ve bibe, ev jî bi têkiliya bi beşên cuda yên civakê dibe. Nabe ku mirov li girtîgehê tenê li cihê lê ye bê bisînorkirin. Her çend di qanûna înfaza ceza de bisînorkirin hebe jî ev yek bi ti awayî nayê wateya tecrîdê. Birêz Ocalan û girtî hemû xwedî wî mafî ne ku karibin girtiyên din, malbat û parêzerên xwe bibînin. Li pêşiya miriovekî, girtiyekî, hikumxwarekî astengiya hiqûqî nîne ku nikaribe parêzerên xwe bibîne. Lê belê ev rewş kirin rewşeke kêfî û pêvajoya xwe bi pêvajoyê re heyî. Nêzîkatiya hikumetê bi vî rengî ye. Dibe sedema encamên bi vî rengî yên antî demokratîk."

'EGER OCALAN BIAXIVE WÊ RAGEŞÎ BI DAWÎ BIBE'

Arta destnîşan kir, ji mînakên berê ew zanin ku dema Ocalan axivî rageşî zûtir diqede, aramiya civakî hîn bi hêsanî pêk tê û got, "Ev yek ne fikir û nêrîna me ye. Ev yek rastiyeke. Me di nava 40 salî de ev dît. Bandorek cidî li aboriyê, siyasetê civakê hate kirin. Êdî rewşeke westiyayî heye û ji bo çareserkirina vê jî divê pêvajoyeke aştiyê ya topyekûn bê destpêkirin. Divê ev rewşa aloz û rageşî ji holê bê rakirin. Ev jî tiştekî gelekî zehmet nîne. Pîvanên hiqûqa gerdûnî eşkere ne, li gel vê yekê eger di asta herî nizm de jî demokrasî û hiqûq bi cih bê anîn wê hin tişt çareser bibe. Em di sedsala 21'ê de ne, lê hîn jî em li ser tiştên ku li welatên cîhanê yên sêyemîn diaxivin, diaxivin. Em dikarin paşeroja xwe di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de ava bikin. Hikumeta heyî eger ji hestên şexsî xwe rizgar bike, ev yek wê pêk were. Saziyên Civakî yên Sivîl timî daxuyaniyan didin. Me çavkaniya pirsgirêkê bi rengekî eşkere diyar kir. Eger qanûnên heyî bên bicihanîn wê rageşiya ku bi deh hezaran mirovên li girtîgehan eleqedar dike wê çareser bibe. Rewşa heyî bi kêrî kesî nayê."

'RÊYA ÇARESERIYÊ DEMOKRASÎ Û DIYALOG E'

Arta axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rêya çareseriyê demokrasî ye, bicihanîna qanûnan e. Divê maf û azadiya kesan bi rengekî cidî esas bê girtin. Em dibêjin, eger hinekî din jî bala xwe bidin ser wê çareserî hîn bi hêsanî pêk were. Em hêvîdar in; eger guh bidin van bangan, eger qanûnên heyî bên bicihanîn wê astengiyên li pêşiya kesayetiya manewî û madî ya mirovên li girtîgehan ji holê rabin. Eger qadeke ku civak karibin xwe lê bi pêş ve bibin bê afirandin wê gelek tişt cuda bibe. Ev yek pêwîstî ye. Weke hiqûqnasan em naxwazin ku dilê kesî nerehet be. Me berê dît ku bi diyalogê, bi nîqaşê pirsgirêkên dikarin bên çareserkirin."