Panzêra ku bûye sedema kuştina du birayan, qaşo frêna wê teqiyaye!

Têkildarî qetilkirina 2 birayên li Silopiyê yên ku panzêr ketibû nava mala wan, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê got: “Ajovanê wesayîtê îddîa kiriye ku frêna wesayîtê teqiyaye”.

Têkildarî bûyera ku li Silopiyê panzêr kete hundirê malê û Mûhammed (7) û birayê wî Fûrkan Yildirim (6) jiyana xwe ji dest dan, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê li ser lepirsînê daxuyanî da.

Serdozgeriyê diyar kir ku piştî bûyerê lêpirsîn bilez û bez hatiye destpêkirin û di daxuyaniyê de diyar kir: “Di xwîna ajovan de alkol nehatiye dîtin û wisa diyar e ku ji ber problemeke di mekanîzmaya frênê ya wesayîtê de qeza pêk hatiye.

Di 23’ê Rezbera 2014’an de jî wesayîteke sivîl li vê malê qewimiye û ji ber ku bûyera di 2014’an de gilî nehatiye kirin, şopandina lêpirsînê hatiye bidawîkirin.”