PAJK: Em ê bi geşkirina têkoşînê xwedî li Nagîhanan derkevin

Koordînasyonoa PAJK'ê qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Jîna Emînî wê bêdeng nemîne, Nagîhan wê bêdeng nemîne. Em ê li her derê têkoşînê geş bikin û xwedî li wan derkevin."

Têkildarî endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, Koordînasyona PJAK'ê daxuyaniyek weşand.

PAJK'ê got, "Nagîhan Akarsel bi karên xwe yên li akademiya jineolojiyê, kovar û karên din, bi taybetî jî bi projeya xwe ya pirtûkxaneya jinê ya li Silêmaniyeyê nirxên girîng li têkoşîna azadiya jinê zêde kir. Nagîhan Akarsel şehîda şoreşa me ya jinê ye. Akademîsyeneke Kurd a hêja bû ku me nivîsên wê dişopand, bi kêfxweşî dixwend, jê hez dikir û bi fikir û karên xwe tevkarî li pêşvebirina mejiyê jinê dikir. Qetilkirina hveala me Nagîhan Akarsel em gelekî êşandiye. Em bi rêzdarî li ber bîranîn û keda wê bejna xwe ditewînin."

PAJK'ê diyar kir ku bi fermana desthilatdariya AKP'ê ya li hucreyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, êrîşeke çekdarî ya nemerdane û tirsonekî hate kirin, êrîş şermezar kir û got, "Êrîşa ku bi armanceke polîtîk hate kirin, ji bo jinan sedema serhildanê ye. Sedema wê yekê ye ku gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinê hesab ji faşîzma AKP'ê, ji polîtîkayên tekperest û îmhayê bipirse. Sedema hesabpirsîna ji sîstema mêr a serwer e. Sedema birêxistinkirin û bicihanîna xweparastinê ye.

Ji bo ev bûyera kuştinê mîna cînayetên siyasî yên din ên li Başûrê Kurdistanê neyê  nixumandin, wezîfe dikeve ser milê hem jinên Başûrê Kurdistanê hem jî şirîkê hikumeta Başûrê Kurdistanê YNK'ê. Ji ber ku êrîş bi taybetî li Silêmaniyeyê hate kirin, wezîfeyên cidî dikevin ser milê rêveberiya YNK'ê bi xwe."

'EM BANG DIKIN: LI HER DERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ RABIN SER PIYAN'

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê de wiha hate gotin:

"Ev êrîş li dijî hemû welatparêzan, akademîsyenên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, siyasetmedar, ramanger û şoreşgeran, li dijî her kesî hatiye kirin. Dewleta Tirk bi qetilkirina akademîsyena Kurd nivîskara jin Nagîhan Akarsel, tolhilanîna ji jinên Kurd e ku bi îradeya JIN, JIYAN, AZADÎ pêşengiyê ji azadiyê û veguherîna demokratîk re dikin. Di serî de jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me meseleke rûmetê ye ku hesabê vê bipirsin. Ji bo YNK'ê meseleyeke rûmetê ye. Jinên Kurd li dijî êrîşên teslîmgirtin, înkar û îmhayê yên dewleta Tirk serî netewandin, teslîm nebûn û biryara xwe li ser rêya têkoşîna bi rûmet dan. Rûmeta ku bi jinê re berz bû, rûmeta gelê Kurd e. Parastina vê rûmetê ji bo her welatparêzên Kurd xeta jiyanê ye.

Dem hatiye ku dewleta Tirk a faşîst bi rêxistiniya xwe ya vekirî û eşkere ji Başûrê Kurdistanê bê avêtin. Berxwedana gerîla ya li çiyê navê vê têkoşîna bi rûmet e. Li bajaran jî bi boykot û çalakiyan her tiştên bi navê dewleta Tirk divê bêne avêtin û ev yek ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê şertê helwesta neteweyî ya bi rûmet e. Li pêşiya xelkê Başûrê Kurdistanê du rê hene. Ya wê bi rengekî bi rûmet bi nirxên xwe yên neteweyî bi azadî bijî û xwedî li nasname û îradeya xwe derkeve. Ya jî wê bibe kûkla AKP'ê, bibe qada cînayetên qirêj ên AKP'ê. Mîna ku ji qetilkirina hevala me Nagîhan Akarsel jî tê fêhmkirin û hate dîtin, Başûr ji herêmeke Kurdan tê derxistin, ketiye ser rêya ber bi Enqere ya dewleta Tirk ve diçe. Ji bo pêşî li vê bê girtin, em bang li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi pêşengiya jinan tevlî meşa bi rûmet a neteweyî bibe. Li dijî dewleta Tirk a dijminê Kurdan û jinan, em bang li Kurdan hemûyan dikin ku bi yek dilî li her derê li dijî faşîzmê rabin ser piyan.

Ji kuştina Nagîhan Akarsel, PDK berpirsyar e ku bi hevkariya bi dewleta Tirk a li ser dijminatiya li Kurdan, xeleka xiyanetê dike xeleka mirina Kurdan.

Ji kuştina Nagîhan Akarsel rêveberî û siyaseta YNK'ê berpirsyar e ku li hemberî zexta teslîmgirtinê û cînayetên AKP a faşîst li Silêmaniyeyê dike, helwestê nîşan nade.

Ji vê kuştinê dewleta Iraqê berpirsyar e, ku li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê îradeyê nîşan nade.

Ji kuştina jin û welatparêzên Kurd, ji komkujiyan DYE berpirsyar e ku bi desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst re hevkariyê dike, siyaseta lihevkirinê dimeşîne, rê li ber tasfiyekirina pêşengên têkoşîna azadiyê vedike û polîtîkaya îmhakirina şervanên azadiyê di serî de li Başûrê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê dimeşîne.

JÎNA, NAGÎHAN WÊ BÊDENG NEMÎNIN

Jîna Emînî wê bêdeng nemîne, Nagîhan wê bêdeng nemîne. Em ê li her derê têkoşînê geş bikin û di nava têkoşîna xwe de xwedî li Jînayan, Nagîhanan derkevin. Têkoşîna azadiyê ya jinê wê bi komkujiyan neqede, lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst wê biqede.

AKP a faşîst li her derê zexteke giran dike, bi êşkence, kuştinê, komkujî û polîtîkaya gefxwarinê, bi bikaranîna çekên kîmyewî re, bi êrîşên leşkerî teslîmiyetê li ser Kurdan û jinan ferz dike. Roj roja xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li rûmetê ye. Roj roja hesabpirsîna ji kuştin û komkujiyên AKP a faşîst e. Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye bi xurtî hesab bipirse."