PAJK: 4'ê Nîsanê jinûve vejîna gelê me ye

Koordînasyona PAJK'ê li ser 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "4'ê Nîsanê ji bo gelê me tê wateya jinûve vejîna ji xweliyên xwe. Gava destpêkê ya pêngava şoreşgerî ya jiyaneke watedar e."

Koordîasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyonê diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo têkoşîna jiyana azad a gel û jinan, mîlad e û got, "4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê me ye, rojbûna me hemûyan e. Li ser vê bingehê em rojbûna Rêberê xwe destpêkê li Rêberê xwe, piştre jî li tevahiya gelê xwe û jinan pîroz dikin. Bi bîr û baweriya dildariya azadiyê û jiyana bi hev re ya li ser axa azad, em Rêberê xwe silav dikin."

Koordînasyona PAJK'ê bi bîr xist ku 4'ê Nîsana 1949'an yek ji rojên pêvajoyeke welê bû ku hebûna gelê Kurd cihê nîqaşê bû, qirkirin li ser hatibû ferzkirin û got, "Rêberê me Abdullah Ocalan di rojeke wiha de ji dayik bû, di nava pirsgirêka man û nemanê de hate dinyayê. Rastiya gelê me ya bi Rêbertî mezin bû, xwe bi rêxistin kir, li ber xwe da, şer kir û bi vî rengî hebûna xwe nîşan da. Lewma jidayikbûna destpêkê ya Rêberê me hem ji bo gelê me hem jî ji bo jinan jinûve vejîn e. Pêngava Rêbertî ku ji bo gel xwe ji nû ve derxîne holê û xurt bibe pêwîst bû, 4'ê Nîsana 1949'an bi rojbûna Rêber Apo pêk hat. 4'ê Nîsanê ji bo gelê me tê wateya jinûve vejînê û gava destpêkê ya şoreşgerî ya jiyaneke watedar. Destpêka meşa ber bi rastiyê ve ye li ber ronahiya felsefe û jiyana Apoyî. Li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê ya demokratîk ekolojîk, 4'ê Nîsanê rêgeha ber bi hêviya jiyana azad a jinan, gelê me û gelên herêmê û cîhanê ye."

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir, sedema bingehîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd, tirsa ji pêşengiya wî ya siyasî, rêxistinî, îdeolojîk a ji herêmê û mirovahiya cîhanê re ye û bi bîr xist ku tecrîda girankirî ya 19 salan nîşaneya vê yekê ye.

PAJK'ê destnîşan kir ku hewl tê dayin têkiliya Ocalan bi gelan û jinan re bê birîn û got, "Sîstemeke navneteweyî ya taybet a mîna sîstema Îmraliyê, li ser bingeha kûrkirina tecrîdê didome. Hewl didin ku ti agahî ji Rêbertî neyê girtin û wî bidin jibîrkirin. Haya hêzên komploger jê nîne bê têkiliya azadiyê ya navbera Rêbertî û jinan û gelan çiqasî kûr e. Ji ber vê yekê, hemû hesabên wan mîna sîstema Îmraliyê neçar in têk biçin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Apo di rojên destpêkê yên têkoşîna azadiyê de diyar kir ku azadiya civakî bi azadiya jinê dibe û bi vî rengî cihê stratejîk ê jinan di nava têkoşîna azadiyê de destnîşan kir." PAJK'ê ragihand, jinên Kurd îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê pêşengiyê ji şoreşa azadiya civakî re dikin û diya rki rku jinên Kurd li ser vê bingehê azadiya Rêbertî weke azadiya jinê dibînin. Koordînasyonê got, "Jinên Kurd azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêbertî ji xwe re weke armanca danîn ber xwe û li ser vê bingehê têkoşînê geş dikin."

PAJK'ê diyar kir ku bi Newrozê re eşkere bûye, wê gelê Kurdistanê berxwedana xwe li her çar parçeyan geş bike, hê bi rêxistinî, hevgirtî û bi biryar bidomîne û wiha dewam kir: "Efrîn bûye navenda têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP û çeteyên El Qaîdeyê. Êrîşa li ser Efrînê nîşaneya şênber a dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li jinê û dijminatiya li mirovahiyê ye. Li hemberî vê yekê, sekna Avestayan sekna hemû jinan û gelê me ya li dora Rêbertî ye. Bi gelê me û hêzên berxwedanê yên Efrînê re eşkere bûye bê nirxên ji aliyê Rêbertî ve hatine afirandin îradeyeke çawa derxistiye holê. Hemû cîhanê dîtiye ku gelekî xwe bi ruhê berxwedanê, bi rûmet û baweriyê xemilandiye, ti carî ji azadiya xwe venagere. Tevî polîtîkayên gemarî yên hêzên hegemon ên cîhanê û hêzên ji meyla emperyal, bexwedana Efrînê bûye zemîna şoreşa exlaqî û wijdanî ya gelên cîhanê. Li Efrînê tevî gelê Kurd, Ereb, Suryanî û gelên enternasyonal jî li ber xwe dane. Hîmê neteweya demokratîk û yekîtiya enternasyonal a cîhana demokratîk tê danîn. Projeya modernîteya demokratîk a Rêberê me veguheriye nirxê hevpar ê gelan û jinan."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku pêvajoya jinûve vejînê ya bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Kurdistanê dest pê kir hê dewam dike û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Em bi Rêberê xwe ji nû ve ji dayik bûn, em ê bi rêberê xwe re li ser axa azad bi rengekî azad bijîn. Heta ku têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin, di her şert û mercî de em ê têkoşînê geş bikin. Li ser vê bingehê em vê roja watedar careke din li Rêberê xwe, li gelê Kurd, gelan û hemû jinan pîroz dikin."