PADÊ: Divê hemû Êzidî ji bo Ocalan dakevin qadan

Partiya Azadiya Demkokratîk a Êzidiyan (PADÊ) têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû gelê Êzidî kir ku ji bo Ocalan dakevin qadan.

PADÊ têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan banga derketina qadan li hemû Êzidiyan kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Em ji dewleta Tirkîyê dixwazin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocelan ji me re diyar bikin, ev demek dirêje me agahî ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocelan nagirin, ji ber ku dewleta Tirk rê nede ku ne parêzer û ne jî malbat serdana Ocalan bikin.

Ev dema ku em têre derbas dibin di hêle ku gomanê me yên di derbarê tenduristiya Birêz Ocelan de zêdetir bibe.

Em weke Partîya Azadî û Demokratîya Êzidiyan (PADÊ) em tenduristiya Ocelan meraq dikin û dixwazin ku tiştek ji me re were diyar kirin, ji ber ku felsefe ya Birêz Ocelan gelê Êzidî ji fermana 2014 rizgar kir û nehişt ku êrîşa DAIŞ’ê ya ku hatî ser Şengalê bi ser bi keve û pêşî lê girt. Ji ber vê yekê jî em di bêjin bê Serok jiyan nabe .

Em ji hemû Êzidiyan daxwaz dikin ku ji bo Serokê xwe li ser piyan bin û ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.”