Ozturk: Desthilatdariya siyasî wê di bin de bimîne

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên mafdar in û got, "Eger encameke neyînî rû bide, wê desthilatdariya siyasî di bin vê berpirsyariyê de bimîne."

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'e Leyla Guven 95 roj, ya li Hewlêrê jî 82 roj in dewam dike. Greva girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 57 roj, ya çalakgerên li Strasboûrg û Gallerê 56 roj, geva Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û Parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî 26 roj in didomin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji ANF'ê re axivî.

Ozturk diyar kir, 4 salên dawî ji bo tasfiyekirina tevgera siyasî ya Kurdan planek di dewrê de ye û got, di nava vê planê de şewitandina bajaran, kuştina mirovan û girtin jî heye.

Ozturk anî ziman, desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo bêdengkirin û tepisandina Kurdan serî li her rê û rêbazê dide û wiha dewam kir: "Tevî van hemûyan jî di 3 hilbijartinên dawî û referandûmê de Kurdan paşve gav neavêtin û bi gotina 'Em xwedî li îradeya xwe, li tevgera xwe ya siyasî derdikevin' peyameke vekirî û eşkere dan. Bêguman em nikarin weke berê çalakî û xwepêşandanan bikin, ev yek kêmasî ye. Lê belê divê şert û mercên zordar ên desthilatdariya heyî jî bên dîtin."

DAXWAZÊN GIRTIYAN EŞKERE NE

Ozturk işaret bi tecrîdê kir û got, "Ji xwe ji sala 1999'an û ve Birêz Ocalan tecrîdkirî ye. Sala 2015'an ev tecrîd êdî mutleq bû. Polîtîkaya tecrîdê ne tenê li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, ev polîtîka li dijî rêberê gelekî tê kirin ku bi milyonan mirov jê re dibêje 'îradeya min e'. Lewma polîtîkaya tecrîdê li dijî bi milyonan mirovî ye."

Ozturk ragihand, tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li temamiya Tirkiyeyê belav bûye û got, "Ji ber vê yekê Hevseroka me Birêz Leyla Guven û hevalên me yên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Daxwazên girtiyan eşkere ne. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ev ne tiştekî ku nikare bê kirin be. Li gorî Qanûna Bicihanîna Ceza, mafê her girtî û hikumxwarî ye ku malbat û parêzerên xwe bibîne."

Ozturk anî ziman, bi navê KCD'ê ji bo rakirina tecrîdê wan kampanya, konferans û panel li dar xistin, lê belê têrê nekirin û got, "Di vê mijarê de karê me têrê nekir. Lewma hevalên me niha di greva birçîbûnê de ne."

HER GAVÊ HER TIŞT DIKARE BIBE

Ozturk da xuyakirin, çalakiya Leyla Guven ji zûdeyî asta krîtîk derbas kiriye, her gavê her tişt dikare bibe û got, "Moral û motîvasyona Birêz Guven baş e. Bi biryardarî tevdigere. Daxwazên Hevseroka me Birêz Guven û girtiyên siyasî daxwazên mafdar in.

Wan bi xwe gotin, heta ku daxwazên wan bi cih bên anîn wê çalakiya xwe neqedînin. Ji bilî vê daxwazê jî tiştekî din naxwazin. Lewma çalakî niha bi biryardarî didomin. Eger sibe, dusib encameke neyînî derkeve holê wê desthilatdariya siyasî di bin vê berpirsyariyê de bimîne."