Ozsoy: Zexta navneteweyî ya li ser Tirkiyeyê wê zêde bibe

Hişyar Ozsoy ragihand ku MPKE'yê wê pêşnûme biryareke têkildarî zextên li ser HDP'ê di 23'ê Cotmehê de nîqaş bike û pêşkêşî dengdanê bike. Ozsoy got, "Zextên raya giştî ya navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê wê zêde bibin.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Amedê Hişyar Ozsoy li ser mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re axivî.

Ozsoy diyar kir ku êrişên li dijî HDP'ê tên kirin hewldaneke nû nîne û destnîşan kir ku destgîrkirin û girtina endamên HDP'ê "xeleka dawî ya trendeke giştî ye."

Ozsoy got, "Dixwestin qeyûm deynin ser Şaredariya Qersê. Hinceta vê yekê ji xwe re çêkirin. Di demeke nêz de wê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Hevserokê dema beriya niha yê HDP'ê biryarekê bide. Em li bendê ne ku ev yek biryareke xurt be. Xwestin vê yekê pûç bikin. Selahattîn Demîrtaş bi hinceta protestoyên Kobanê cara duyemîn girtin. Xuya ye binçavkirinên dema dawî amadekariyek li dijî biryara DMME'yê ye. Meclîsa Tirkiyeyê 6 sal in timî hewl dide ku Kobanê krîmînalîze bike. Ji ber vê yekê jî navê Kobanê jî timî bi gotinên tundî û terorê bi kar tîne. Lewma ev hewldanên krîmînalîzekirinê jî weke amadekariya bingeha psîkolojîk a ji bo êrişeke gengaz a li dijî Kobanê dikare bê dîtin. Ev yek parçeyek ji vê konseptê ye. Wê bi ser bikeve, bi ser nekeve ew mijareke nîqaşê ye."

Ozsoy anî ziman ku dewlet baş zane ku HDP ji bo aştiyê li cihekî girîng e, lê tevî vê yekê jî êrişî HDP'ê dike ku ev yek jî bêçaretiya wê radixe pêş çavan. 

Ozsoy ragihand ku meseleya Kurd li cografyayeke mezin belav bûye, veguheriye meseleyeke global, li benda çareseriyeke lezgîn e û got, "Mirovên cidî li ser çareseriyên siyasî yên vê meseleyê difikirin. Hewldana krîmînalîzekirina meseleyê bi rêbazên mîlîtarîz, bêçaretî û lawaziya Komara Tirkiyeyê nîşan dide."

Hişyar Ozsoy anî ziman ku di dema serdanên hin welatan de, polîtîka û binpêkirinên mafên mirovan ên AKP'ê bi rengekî gelekî tund hatin rexnekirin û got, "Welatên Ewropayê, Konseya Ewropayê her wiha welatên ku bi wan re di nava tifaqê de ne jî -Erebistana Siûdî jî di nav de ku niha ambargoya aborî daniye ser- gelek welatan Tirkiye bi tenê hiştine. Lê belê di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de bi taybetî di mijarên ewlekarî, koç, penaberan de hîn jî têkilî dewam dikin. Têkildarî Tirkiyeyê li polîtîkaya reel difikirin. Yanî naxwazin dest li meseleyên siyasî yên bingehîn mîna mafên mirovan, azadî û meseleya Kurd werdin û bi vî rengî Recep Tayyîp Erdogan li dijî xwe rakin. Di demeke nêz de Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde hate Tirkiyeyê. Di navbera wê û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû de li pêş kamerayan polemîkek rû da. Helwesta Çavûşoglû ji aliyê mêvanperweriya dîplomatîk ve gelekî qirêj bû. Di vê meseleyê de ya ku em dibînin ew e ku sebra siyasetmedarên Ewropî jî êdî difûre. Ne tenê ji ber meseleyên navxweyî yên li Tirkiyeyê, ji nakokiya têkildarî Ermenistan Azerbaycanê heta şêweyên destwerdana Tirkiyeyê ya li Iraq û Sûriyeyê, destwerdana li Lîbya, Rojhilatê Derya Spî û Qibrisê, bûyerên diqewimin bi temamî ji bo Ewropayê pirsgirêk in. Lewma pêkane ku dema bê rexneyên li dijî Tirkiyeyê zêdetir bibin."

Ozsoy ragihand ku sibeheke Cotmehê wê li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryarek li ser destgîrkirin û girtinên li Tirkiyeyê bê nirxandin û pêşkêşî dengdanê bê kirin. Ozsoy got, "Bi dîtina min wê pêşnûme biryar bê qebûlkirin. Dema bê wê zextên raya giştî ya navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin."