Ozgur: Çi dibe bila bibe, dawî wê bi serketinê tacîdar be

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrsosê bi rêya bêtêlê xîtabî hêzên gerîla kir.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi munasebeta salvegera 43’mîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi rêya bêtêlê nirxandinên girîng kirin. Hêzil di nava nirxandinên xwe yên ji bo gerîlayan kirî de bi berfirehî behsa berxwedaniya ku hêzên gerîlayên azadiyê bi taybetî yên YJA Starê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê kir û ragihand ku hêzên YJA Starê bi nasnameya xwe pêşengiyê ji berxwedanê re dikin.
GELÊ KURD Bİ SAYA PKK’Ê XWE NAS KİR
Fermandara YJA Star’ê Hêzil Ozgur di axaftina xwe de 43.mîn salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê berxwedêr, hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin û li tevahî hevalên xwe pîroz kir û wiha des bi axaftina xwe kir, “Partiya me PKK, 43 salên xwe yê têkoşînê li pey xwe hişt û dikeve sala 44’emîn. Ev roj ji bo me rojeke gelekî girîng e. Ji ber ku me wek jin û wek gelê Kurd bi saya PKK’ê xwe nas kir. Helbet PKK jî bi keda Rêber Apo û keda Şehîdan hat avakirin. Beriya tevgera PKK’ê gelê Kurd xwe nas nedikir û ber bi helandineke pir mezin ve diçû. Lê bi derketina PKK’ê re gelê Kurd xwe nas kir, li zimanê xwe û li xwe xwedî derket. Roja îro bi milyonan mirovên Kurd û mirovên azadîxwaz û hêzên demokratîkxwaz li derdora PKK’ê kom bûye û têkoşîna serxwebûn, azadî û demokrasiye birêve dibe. Ev ji bona me pir girîng e. PKK’ê bi hebûna xwe gelê Kurd fêrî azadiyê kir, fêrî tolgirtinê kir. Gelê Kurd bi hebûn û têkoşîna PKK hîn bû ku li hember siyaset û polîtîkayên serî tewandinê, kiryarên qirkirinê, tine hesibandina çand û zimanê Kurdî wê serî netewîne û bi xwe çawa têkoşîn bike.”
“PKK’Ê CESARET DA JINA KURD”
Ozgur di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku PKK’ê cesaret daye jin û gelê Kurd û got: “Bi taybetî jina Kurd ji vê têkoşînê cesareteke pir mezin girt. Beriya PKK’ê rewşa jina Kurd ji ya gelê Kurd hîn xirabtir bû. Lê niha bi PKK’ê re jina Kurd pêşengtiya sîstema konfederalîzma demokratîk dike. Bi hebûna PKK’ê îro jina Kurd ji bo azadiya xwe û ji bo azadiya welatê xwe pêşengiya têkoşîn û şoreşa Kurdistanê dike. Ji ber vê çendê ev roj ji bo mê pir girîng e. Li ser esasê berxwedaniya PKK’ê, fedaîtiya PKK’ê, fedekariya PKK’ê îro bi hezaran mirov li ser vê çandê dimeşin. Ev ji zîndanan destpê kir û  îro di qadên şer de ev berxwedanî û fedaîtî li ser vê çandê tê meşandin. Bi wesîleya salvegera damezrandina partiya me PKK’ê em soz didin ku wê sala têkoşînê ya 44’emîn ji bo gelê Kurd û jina Kurd bibe saleke ya deskeftiyên mezin. Bi têkoşîna gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê re wê faşîzma hikumeta AKP û MHP’ê têk biçe. Jixwe artêşa dagirker a dewleta Tirkiyê di qadên şer de têk çû. Ev bi awayekî zelal li berçavan hate raxistin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedanên xwe yên dîrokî arteşa dagirker têk bir û rê li ber dagirkirina Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê girtin. Ev  çand û berxwedanî wê di sala 44’emîn de bi awayekî hîn xurt berdewam bike. Di vê wateyê de gerîlayên YJA Star’ê li ser roja destpêka çanda berxwedaniya partiya me û li ser mîrateya berxwedaniya Bêrîtan, Azîme, Gurbetelî, Hêlîn, Zîlan, Delal, Çîçek û di roja îro de Çavrê, Sarya û Delalan wê asta berxwedanî û şerê azadiyê hîn bilind bike. Wê sala 44’emîn bibe tola tevahî şehîdên me û şehîdên pêngavên Bazên Zagros, Cenga Xabûr, Egîdên Botanê û tevahî hevalên di van operasyonan de  bi qehremanî şehît bûne.”
Ozgur balkişande ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 23’ê Nîsana 2021’an li ser herêmê Zap, Metîna û Avaşînê dayî destpêkirin û got, “Îsal di 23’ê Nîsanê de li Heremên Parastinê yên Medya li Avaşîn, Zap û Metîna operasyonekî berfireh destpêkir. Di vê wateyê de îsal ne saleke ji rêzê bû, saleke têr û tije û dagirtî bû. Ji ber ku operasyoneke pir berfireh li ser qadên me pêş ket. Li hember vê di çarçoveya pêngava Bazên Zagrosê de bersivên pir mezin hatin dayîn, berxwedaniyên pir mezin hatin jiyankirin. Me pir hevalên xwe yên hêja di vê operasyonê de şehîd da. Li berxwe dan û bi qehremanî şehîd ketin. Di şexsê van hevalan de, di serî de di şexsê şehîdên Mamreşo heval Serhet, heval Sarya li Girê Sor heval Botan, heval Zinarîn, şehîdên Werxelê heval Cumalî, heval Çavrê û her wiha li Zapê heval Egîd, heval Delal, heval Botan, heval Ronahî, di şexsê van hevalan de hemû şehîdên azadiyê em bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.
Hedefên dijmin li ser qadên me hîn berfireh e. Tenê hatina Zap û Avaşînê hedef nagire. Dewleta dagirker a Tirk bi xeyalên Osmaniya nû ji bo ku li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê plan û projeyê xwe pêk bîne ev çend salin li hember tevgera azadiyê di vê çarçoveyê de êrîşan pêk tîne. Heger niyeta dewleta Tirkiyê ya çareseriyê heba, dema diyaloga ku bi Rêber Apo re hebû dikarîbû ji bona çareseriyê gavên ber bi çav bavêjin. Lê ruxmê ked û fedakariya Rêber Apo ya ji bona çareseriyê jî dewleta Tirkiyê bi şer bersiva hemû hewildanên çareseriyê da. Ji sala 2015’an û vir ve li ser tevgera me di çerçoveya plana çokdanînê konsepta îmha û tunekirinê dan destpekirin. Ji bo vê plan û konseptê bibin serî li Bakur operasyonên pir berfireh dan destpêkirin, li hember gelê Kurd siyaseta sîxurkirinê pêşxistin. Li Başûr jî sala 2015’an li Çarçela, piştî wê li Xakûrkê, 2016’an li Ertûşê, piştî wê li Heftanîn û îsal jî li Avaşîn, Zap û Metîna operasyonên berfireh dan destpêkirin. Dîsa beriya wê, van planên xwe yê qirêj xwestin di Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin. Li Rojava bi destê DAÎŞ’ê  xwestin Kobanê bişkînin. Li Kobanê bi serneketin, vê carê berê xwe dan Efrînê. Piştî wê berê xwe dan Serêkaniyê. Li kû derê desketiyên gelê Kurd hebe, li kû derê Kurdê azad ji bona xwe û têkoşîna xwe şer bike hebe, ev zîhniyeta faşîst ya dewleta Tirkiyê teqez êrîş dike. Kurdek li kû derê hebe teqez êrîş dike. Helbet em dema behsa Kurdekî dikin em behsa Kurdê azad dikin. Em behsa Kurdê hevkar nakin. Ji xwe ew dixwezin ji Kurdên hevkar feyde bibînin da ku êrîşî Kurdên azadîxwaz bikin. Ev zîhniyeta faşîst ya dewleta Tirkiyê Kurdên azad, û desketiyên gelê Kurd qebûl nake. Sebebê ku êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike ev e. Tehemmûl nake ku li wê derê desketiyên gelê Kurd, statuyekî gelê Kurd ava bibe. Ji bo wê tim êrîş dike, gefan dixwe. Cardin ji ber Başûrê Kurdistanê navenda tevgerê ye, tim êrîşên xwe didomîne. Dîsa li Bakurê Kurdistanê serketina HDP’ê qebûl nake. Ji ber wê jî her roj li ser HDP’ê gefan dike, bi tiştên cuda re tewanbar dike da ku HDP were girtin. HDP desketiyek e, HDP tenê ne partiyeke gelê Kurd e. Ji ber ku HDP’e fikrekî demokratîk temsîl dike, pir aliyên demokrat ên li Tirkiyê hene piştgirî didin HDP’ê. Ji ber vê yekê dixwazin HDP’ê jî tasfiye bikin. Her Kurdekî azad li kû derê hebe, ne tenê li Tirkiyê, li derveyî welat be jî Kurd li kû be êrîşên xwe dibe li ser gelê Kurd. Mînaka vê dawiyê êrîş birin li ser tirba hûnermendê Kurd  Ahmet KAYA. Hûnermendekî Kurd e, bi salan e wefat kiriye, lê heta tehammûla wan ji tirbê me re û ji cenazeyên şehîdên me re jî nîne. Ewqasî dijminekî faşîst û kîndare. Dijminekî ewqasa xwînxwar e. Em li hember dijminekî wisa şer dikin.”
BI TECRÎDÊ DIXWAZIN ÎRADEYA TÊKOŞÎNA KURDÊ AZAD BIŞKÎNIN
Ozgur di dirêjahiya nirxandinên xwe yên bi rêya bêtêlê ji hevalên xwe re kirî wiha behsa armanca tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin dike, “Li gel hemû van êrîşên tinekirinê, li ser Rêbertiya me tecrîdekî pir girankirî dimeşîne. Demekî dirêje bi Rêber Apo re hevdîtin nîne. Rewşa Rêber Apo di greva Îmralî de çiye, rewşa tenduristiya Rêber Apo çiye em jê ne agahdarin. Ne hevdîtinên bi malbatê re û ne jî hevdîtinên bi parêzeran re destûr nadin.Bi tecrîda li ser Rêber Apo, avakirina zextê li ser gelê Kurd, bi pêkanîna operasyonên berfireh yên tunekirinê li ser tevgerê ve dixwazin îradeya Kurdê azad, Kurdê ji bo azadiya xwe têkoşîn dike bişkîne. Hedefa dewleta Tirkiyê ev e, yek sedemê ku operayonê li Herêmên Parastina Medya pêşdixîne ev e. Heta zanebûna azadiyê hebe wê gelê Kurd, gerîla û tevgera me PKK hebûna xwe berdewam bike û bin nakeve. Ji bo wê jî ev zîhniyeta faşîst êrîşê xwe dibe ser cihê ku perspektîf derdikeve, cihê ku kadro derdikeve û cihê ku nûbûn tê de çêdibe. Ji ber vê di hedefa wan de yek Qendîl û yek jî Garê heye. Zivistanê hat Garê xwest xwe biceribîne, binket. Di pêşengiya rêheval Şoreş de ew hevalan bi berxwedanî û sekna xwe dijmin li wir şikandin. Dewleta dagirker bi awayekî stûxwar zivîrî welatê xwe. Ji ber ku bi awayekî dijwar têk çûn, neçar man li binketina xwe mikur werin.
“Hîna Jî Nikarin Têkevin Tunêlên Şer”
Niha jî di Avaşîn, Zap û Metîna de jî bi esasî ev dewleta dagirker bi binketiye. Bi taybetî li Avaşînê dijmin bi binketiye, lê li xwe mikur nayê, binketina xwe îtîraf nake. Dibe ku hinek gir girtibin. Ev nayê wê wateyê ku bi girtina hinek giran ve dijmin serketiye, çima? ji ber ji Nîsanê heyanî niha dijmin hinek gir û cih nikarîbû bigre. Gazên kîmyewî bi kar neanîbana hetanî niha jî dijmin nikarîbû hinek cihan bigre, nedigirt jî, mimkun nîn bû bigirtiba. Ji ber yek, berxwedaniyekî pir mezin hebû û ya duyemîn jî amadekariyên me yê vî şerî, amedekariyên me yê operasyonê hebû. Tunêlên meyî şer li gor wê hat amadekirin, bi cih bûna arazî li gor wê hate amadekirin. Her wiha hemû amadekariyên me ji bo operasyonê bû. Di hin cihên me yê zurûfên xwe kêm, dibe amedekarî kêm be lê cihên me yê ku derfet hebû û amedekarî hatibû kirin dijmin bi binket. Mesela tunêlên me yê şer yên Mamreşo amedekariyên xwe kêm bû jî lê dijmin nikarîbû bikeve Mamreşo. Li wir jî gazên kîmyewî bi kar anîn, heval ji ber gazên kîmyewî şehîd ketin. Mesela di Girê Sor de dijmin bi binket. Dijmin nikarîbû Girê sor bigre, nikarîbû were ber devê tunêlên şer, hîna jî nikarin têkevin tunêlên şer, lê heval li wir bi gazên kîmyewî şehîd ketin, dîsa li Werxelê berxwedanî 4 mehan dom kir. Dijmin nikarîbû wêderê bigre. Li wir jî gazên kîmyewî bi kar anîn, heval bi gazên kîmyewî şehîd ketin.
“DIXWAZIN DELÎLÊN BİKARANÎNA GAZÊN KÎMYEWÎ Jİ HOLÊ RAKİN”
Ruxmê ku hin heval şehîd ketin jî hîn jî dijmin li Werxelê teqemeniyan dikir û nedikarî têkeve tunêlên me yên şer, tunêlan diteqînin. Çima vê dike? Ji ber ku dixwazin cihên çanda berxwedaniyê lê pêşketiye birûxnîn. Dixwazin ji holê rakin. Ji bona delîlên bikaranîna gazên kîmyewî ji holê rakin. Ji ber ku bikaranîna gazên kîmyewî ketiye rojeva çapemeniya cîhanê, gelê me ji bo vê her roj li ser lingan e, hinek saziyên navnetewî bertek nîşan didin û ketine tevgerê, tunêlên ku têde kîmyasal bikaraniye diteqînin da ku delîlên gazên kîmyewî li holê nemîne. Ji bona bermahiyên gazên kîmyasalê nemîne teqemeniyan dikin, deriyên tunêlan digrin. Ji bo vê dijmin bi serneket. Di encam de ev artêşa faşîst a dagirker û qirker dema hat bi hesabên pir berfireh ve hat. Bi teknîka xwe pir bawer bû ku ewê encamên ku dixwazin bigrin; lê hesabê berxwedaniyên dîrokî nekiribûn. Ji xwe niha dijmin ji qadên Werxelê, Tabûra Ereba û xeta Basya û Stûnê paşvekişiya. Ev jî nîşaneya binketina artêşa dagirker ya Tirkiyê ye. Çawa ku li Garê bi binketin li hember berxwedanî û îrada şopdarên Şoreşan jî neçar man paşve bikişin. Ji ber pêşengên berxwedaniya ku bi saya şehîdên me yê qehreman pêş dikeve dijmin pir tengav bû. Bi taybetî di eraziyê Avaşînê de dijmin tengaviyek pir mezin jiyan kir. Dîsa li Zapê û Zendûra tengaviyên mezin jiyankirin. Hevalan bi coş û moralek mezin, bi biryardarbûnekî pir mezin heta ku şehîd jî ketin di wan tunêlên şer de berxwedaniyek dan nîşandan. Hedefê dijmin ew bû ku îsal Metîna, Avaşîn û Zapê bi tevahî bigre. Lê berxwedaniya li Zendûra, Girê Sor û Werxelê, tevger û çalakbûna gerîla pêşiya vê plan û hedefa dijmin bû astengiyek mezin. Ji ber berxwedaniya gerîla ya dîrokî ev plan û hedefa wan têk çû.”
SERKETİN Lİ SER ESASÊ RUHÊ HEVALTÎ Û MİLÎTANİYA PKK’Ê Bİ PÊŞ KET
Fermandar Hêzil Ozgur diyar kir ku gerîla êdî bi awayek pispor temsîla  gerîlatiya modernîteya demokratîk dike û wiha nirxandinên xwe domand, “Dîqet bikin her ku gerîla bi awayekî pispor teknîka dijmin vala derdixîne, dijmin jî êdî nikare ewqas propagandaya teknîka xwe bike. Ji ber ku ew teknîka ku ewqas behs dike di lûtke û peravên Zagrosan de vala tê derxistin. Êdî dijmin jî dizane ku bi vê teknîka xwe encam nagre. Li ser vê bingehê cihê ku têde tengav dibin bi hinek hêzên Kurd yên hevkar ve dixwazin biçin encamê.
“ŞERÊ ME TENÊ Bİ ÇEK PÊŞ NAKEVE”
Serketina me di van operasyonan de li ser esasê ruhê hevaltî û milîtaniya PKK’ê bi pêş ket. Serketina me bi rihê hevaltî û erka xwe yê demê fêm kirin û pêkanînê ve pêşket. Şervanên  YJA Star û HPG’ê wek milîtanên Rêber Apo bi erkê xwe fêm kirine bêyî ku dudilî bijîn çûn ser dijmin. Hevalên me bi vê ruhê Apoyî çûn serketin û şehadetê. Hevalên me ji bo vê operasyonê têk bibin bê dudilî bi ruhekî fedayî, canê wan di destê wan de hebû û ew jî dan. Xwe ji bo na welatê xwe bexşandin. Bi vê berpirsiyartiyê çûyîna ser dijmin û berxwedan bi pêşket. Şerê me tenê bi çek pêş nakeve. Şerê me bi kesayeta milîtaniya Apoyî pêş dikeve. Heya mîlîtanek di ferqa erk û berpirsyariya xwe de hebe, wê pêşengî ji vî şerê azadiyê re were kirin. Li ser esasên mîrasa berxwedanî û têkoşîna partiya me PKK û PAJK’ê em dibêjin yek tişt tenê li pêşiya me heye: Ev jî heta têkbirina dijmin û avakirina welatekî azad, xwe di hedefê de kilîtkirine. Bi vê kilîtbûyîna armancê re emê serketinê di demekî nêz de bi dest bixin. Gelê me yê berxwedêr zarokên welatê xwe tenê nehişt. Li hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welêt gelê me xwedî şehîdên xwe û xwedî têkoşîna şehîdên xwe derket. Gerîla bi şer û berxwedaniya xwe ruh dide gelê xwe, gel jî bi têkoşîna xwe hêz dide gerîla. Îro bê exlaqî û neheqiya di qadên şer de li ser gerîla tê meşandin, gelê me li hember vê serî rakirin. Jina Kurd û gelê Kurd li hember neheqî û bê exlaqiyê îro jî li ser çanda xwe yê berxwedêr di warê siyasî, dîplomasî û di warê huqûqî de têkoşîn dikin. Ev berxwedanî û têkoşîna gelê me ji bona me girîng e. Ji ber dema gerîla û gel têkoşîna xwe bike yek ewê Şerê Gelê Şoreşgerî pêk were. Dema gel li têkoşîn û berxwedaniya gerîla xwedî derket ev tê wê wateyê ku li wir şerê gelê şoreşgerî tê meşandin. Di van demê têkoşîna me de jî gel û gerîla li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîna xwe dimeşîne.”
“Dİ XETA PKK Û PAJK’Ê DE TESLÎMİYET NÎNE”
Ozgur anî ziman ku di vê pêvajoya operasyonê de dewleta Tirk a dagirker bi şerê taybet ve xwestiye encamê bigre û wiha dirêjî dide nirxandinên xwe: “Gotin me gelek ji wan teslîm girtine. Her kesek dizane di xeta PKK û PAJK’ê de teslîmiyet nîne. Yek milîtan û fedaiyên Rêber Apo teslîmiyetê ji bona xwe qebûl nekiriye û nake jî. Hevalên me di Girê Qertel de di encama bandoriya gazên kîmyewî de hafizeya xwe winda kirin û ji bona nekevin desê dijmin bi destê xwe xwe şehîd xistin. Ev tiştekî ne ji rêzê ye. Ev ruhê fedaîtiya Apoyî ye. Niha jî dijmin ji bona şerê me yê li Girê Qertel, bi nûçeyên ne rast şerê taybet dimeşînin. Li Girê me yê Qertel 3 heval tenê mabûn. Ew her sê heval jî şer kirin. Di dîmenan de jî diyare, dijmin wekî senaryo çêkiriye. Piştî hevalan dîl digirin, hevalan dîsa dibe dixe hundirê şkeftê û dîsa derdixînin ji bona ku dîmenê teslîmiyetê avabikin. Lê ev ne raste. Di xeta me de teslîmiyet nîne, milîtanê Tevgera Azadiya Kurdistanê ti caran teslîmiyetê ji bona xwe qebûl nekiriye. Em xwe şehîd jî bixînin em teslîmiyetê ti carî qebûl nakin. Ev dijmin li ser xwîna Kurd xwe dide jiyankirin. Li ser xwîna Kurd emrê deshilatdariya xwe dirêj dike. Ji bona vê, yek milîtanê Rêber Apo li hember dijminekî wisa kîndar dudiliyê jiyan nake. Em ji dîroka xwe û di şerê niha de jî rastiya vî dijminî pir baş dizanin. Ji bona vê her gerîlayekî azadiya Kurdistanê di şer de jî ji bona hemû rewşan xwe amade dike. Ji bona wê, di çanda PKK û PAJK’ê de ti carî teslîmiyet nîne. Di çanda PKK û PAJK’ê de ji bilî berxwedanî û bi serbilindiya xwe ji bona gelê xwe, xwe fedakirin tu tiştekî din nîne.
“YÊN DİBÊJİN EMÊ TEVGERA PKK’Ê Jİ HOLÊ RAKİN BİLA Jİ XWE RE ÊDÎ XEYALAN ÇÊNEKİN”
Li ser van esasan milîtanê tevgera azadiyê hetanî nefasa xwe ya dawiyê ewê ji bona azadiya Rêber Apo a fizîkî û ji bona welatek azad şer bike. Ezmûnê me yê bi salan heye. Wek YJA Star mîraseka me yê pir berfireh heye. Bingehên me yê pir xurt heye. Me ruhê azadiyê di van peravên Zagrosan de çandiye. Em nahejin, em nayên qut kirin. Em li ser tecrûbe, fikir û ramana Rêber Apo dimeşin. Berxwedaniya şehîdên me li Mamreşo heval Sarya û Heval Rûken hêz û moralek mezin dan berxwedaniyê, li Werxelê heval Çavrê û hevalên di bin fermandariya heval Çavrê de hêz û moralek pir mezin da berxwedaniyê. Gerîlayên YJA Star’ê îro jî bi erk û berpirsyariya xwe radibin û pêşengiya şerê azadiyê dikin. Ev berxwedaniya van hevalan ji bona me jî rêya serkeftin û azadiyê ye. Di şert û mercên zehmet yên çiyayên Kurdistanê de îro jina Kurd li hember şerê dagirkirina Kurdistanê di bin topbarana balafiran, di bin topbarana teqemeniyan, di bin germahî û serma Zagrosan de, bi tehemûla bê avî, birçîbûnê bi îradeyek pir mezin, bi fedakarî û fedaîtî li berxwe didin, jina Kurd di van şert û mercan de şer dike. Ji bona serketina şer pir faktor hene. Lê bi esasî şerê me bi amadekarî û bi ruhe hevaltî tê meşandin. Ya me dibe serketinê wek li Cîloyê Biçûk di şexsê heval Bawer, heval Delal, li Mamreşo di şexsê heval Sarya û heval Serhed, li Werxelê di şexsê heval Çavrê û heval Cûmalî, li Girê Sor sekna heval Zinarîn û heval Botan û tevahî şehîdên me sekna ruhê rêhevaltiya PKK û PAJK’ê ye. Tevgera me PKK û PAJK derveyî serketinê tiştekî din ji bo xwe qebûl nake. Ji xwe, yê ku hişt hetanî niha tevger li ser lingan bimîne, mezin bibe, hêz bibe ev biryardariya serketinê yê. Ji ber wê çendê ruxmê ku hemû hêzên dagirker sîstema modernîteya kapîtalîst bi ser tevgerê tê û êrîşên îmha û tunekirinê pêşdixîne jî tevger roj bi roj mezin dibe, li ser lingan ma û wê bimîne jî. Yên dibêjin emê tevgera PKK’ê ji holê rakin bila ji xwe re êdî xeyalan çênekin û vê baş bizanibin ti caran nikarin tevgera me ji holê rakin. Ji ber ku em her bi serketinê bawerin, em bi vê biryardariyê têkoşîna xwe bilind dikin, ji bo wê em dibêjin serketin teqez ya tekoşerên azadiyê ye. Heger li cihekî bawerî tê de nebe li wê derê îxanet û teslîmiyet tê jiyankirin, lê heger li cihekî bawerî hebe berdêlê wê çi dibe bila bibe li wir teqez serketin hatiye bi dest xistin.
“GEL Û GERÎLA ÇIQASÎ YEK BE WÊ SERKETIN EWQASÎ YA GELÊ KURD BE” 
Di vê demê de rolê her mirovekî ku ji bona azadiyê têdikoşe girîng e. Ev pêvajo seknekî ji rêzê qebûl nake, êdî seknekî bi vî rengî têrê nake. Sekna her Kurdekî di vê demê de jiyan dike, lazime bersivdayîna vê pêvajoyê û wek Kurdekê bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Teqez ji bilî vê seknê ti sekin me nabe serketinê. Ji ber vê lazime herkes bi rol û misyona xwe rabe. Divê her Kurdek vê pirsê ji xwe bike, li hember vî dijminê xwînxwar yê ku xwe bi xwîna Kurd li ser lingan digire weke Kurdekê çawa têkoşîna xwe bilind bikim? Ji ber ku şer tenê ne li hember tevgera me ye. Îro şer bi giştî ji bona gelê Kurd e. Ji bona tunekirina gelê Kurd û desketiyên wê ye. Wek gelê Kurd heger em bi vê zanebûnê tevbigerin emê bikaribin mezinbûna gelê Kurd nîşan bidin. Çawa ku dema dil û mejî yek be serketin ya wî/ê kesê ye, di vê demê de jî gel û gerîla çiqasî yek be wê serketin ewqasî ya gelê Kurd be. Heger ev bên esas girtin teqez emê dijmin têk bibin. Ji xwe şerê taybet yê dijmin ewe ku gel û gerîla ji hevdû qut bike. Şerê navxweyî têxe nava gelê Kurd. Lazime bi zanebûna van kiryarên dijmin ve em têkoşîna xwe bilind bikin. Helbet di vê pêvajoyê de rol û misyona jina Kurd û jinên ciwan pir girîng e.
“EMÊ BI NASNAMEYA XWE YA BIRDOZÎ Û LEŞKERÎ SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN”
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Niha me bi nasnameya PAJK û YJA Star’ê li her derê cihê xwe girtiye. Her gerîlayek YJA Star’ê dema beşdarî pêvajo dibe bi nasnameya têkoşerên jina Kurd ya PAJK’ê beşdar dibe. Bi nasnameya xwe ya birdozî, siyasî û leşkerî beşdar dibe, ji ber vê çendê pêşengiya berxwedaniyê dike. Rebêr Apo bi bîr û baweriyekî pir mezin jina kurd rêxistin kir. Di vê pêvajoya operasyonê de hevalên jin wek YJA Star’ê carek din pêşengiya berxwedanê kir. Em wek hevalên jin yê ku li pêy şopa wan hevalan dimeşin emê bi nasnameya xwe ya birdozî û leşkerî serkeftinê tacîdar bikin. Wek artêşa jin, wek artêşa parastina jin ev wek erkeke li pêşiya me ye. Girêdana me ya şehîdan tenê ne li ser esasê hestiyariye. Rêber Apo ji me re mîrasa ku şehîdên xwe ji têkoşînê re bikin bingeh û tolgirtin avakiriye. Em her şehîdek xwe ji xwe re dikin bingeha tolgirtinê, em dikin bingeha pêngavên nû. Em milîtanên Rêber Apo ne, milîtanê Rêber Apo evîndarê jiyana azade. Dev ji doza xwe bernade. Em ji bo jiyan afirandinê hene. Ji ber vê çendê ji bona keda hevalên şehîd bibin serkeftinê em jiyan dikin. Heta serkeftinê em tacîdar bikin emê têkoşîna xwe û şerê xwe hîn bilindtir bikin. Li ser van bingehan em dibêjin serketin teqez ya jin û gelê  Kurd e. Em careke din bi mûnasebeta 43. salvegera damezrandina partiya me PKK hemû jinên ji bona azadiyê têkoşîn dikin silav dikin. Em soz didin Rêber Apo, şehîdên xwe û gelê xwe emê sala 44’emîn ya partiya xwe bikin sala serketinên mezin. Çi dibe bila bibe, dawî wê bi serketinê tacîdar be.”