Ozaras: Operasyona qirkirina siyasî, xebateke hilbijartinê ye!

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, bertek nîşanê operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amed, da û got: “Ev operasyon, xebateke hilbijartinê ye.“

Bertekên li dijî destgîrkirin û girtina rojnamevan, parêzer û hunermend û siyasetmedaran, berdewam in. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras jî piştî operayonan çû Amedê û geşedanan ji nêz ve dişopîne. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras bûyer ji ANF'ê re nirxand.

Ozaras diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevan, parêzer û siyasetmedaran, ji bo hilbijartinê hatiye kirin û anî ziman ku beriya hilbijartinan dixwazin rewşeke ne ewle hebe. Ozaras da xuyakirin ku lêpirsîna têkildarê parêzeran ne li gor rêbazê ye û bi awayekê nehiqûqî tê birêvebirin û wiha axivî: “Dixwazin dest di hilbijartinan werbidin. Ev ne hiqûqî ye, şaş e. Banga me ew e ku hiqûqê siyasî nekin û bi hiqûqa siyasîkirî dest di demokrasiyê wernedin. Bila hemû hevalên me serbest berdin.“

‘ARMANCA BI OPERASYONÊ, SIYASÎ YE’

Ozaras bi lêv kir ku yên operasyon li wan hatiye kirin, rojnamevan, parêzer û siyasetmedar in û got: “Jixwe cihê wan diyar e. Girtin tevdîr e, kontrola edlî, tevdîr e. Lê gava mirov li vê dosyeyê dinihêre, rewşeke ku hewceyê destgîrkirinê be nîn e.“

Ozaras da zanîn ku biryara nepeniya li ser dosyeyê, ji armanca xwe derbas bûye û wiha axivî: “Delîlekê parêzer veşêrin nîn e, biryara sînordarkirinê ne hiqûqî ye. Em baro, em ê bidin ser şopa dosyeyê. Em ê bi hemû hevalên xwe re bibin piştevan. Armanca bi operasyonê, siyasî ye ku bi taybetî beriya hilbijartinan hatiye kirin.“