Ozan Mizgîn li qadên gerîla hate bîranîn

Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin), di salvegera 25. a şehadeta xwe de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Kevana Zêrîn ve hate bîranîn.

Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di 11'ê Gulana 1992'an de, li Tetwanê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Ozan Mizgîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Kevana Zêrîn ve hate lidarxistin, ku beriya niha bi çend mehan hatibû ragihandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, Bêrîtan Cûdî, Berfîn Nûrhak û gelek gerîlayên YJA Starê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kevana Zêrîn Rojîn Hêja li ser wate û girîngiya rojê axivî. Hêja diyar kir, ew dixwzin bi îdîaya pêkanîna armancên şehîdan vê rojê bibîr bînin û destnîşan kir, ev meh ji bo têkoşîna wan gelekî girîng e.

Piştî axaftinê, Koma Amara ji bo bîranîna Ozan Mizgîn stranên wê gotin. Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.