Orûç ê li ber mirinê hate berdan, di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ye

Alî Ekber Orûç ku li ber mirinê hate berdan û 10 sal in nikare rabe ser xwe, 19 roj in di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ye. Hevsera wî got, "Eger zû hatibûya berdan dibe ku şensê wî hebûya."

LI BER MIRINÊ

Alî Ekber Orûç di sala 1993’yan de li navçeya Hezexa Şirnexê hatiye girtin, piştî 11 salên girtî, dema ket sekeratê hate berdan. Orûç ê di girtîgehê de nexweş bûye, piştî 10 salên berdanê, pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma. Orûç ê rewşa wî ya tenduristî giran bûye, ev 19 roj in di servîsa lênêrîna awarte de tê ragirtin. 

Orûç di sala 2014’an de li ber mirinê hate berdan. Orûç ev 10 sal in nikare rabe ser xwe û li ber xwe dide.

Orûç ê rewşa wî giran bûye, 19 roj beriya niha rakirin servîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyekî taybet.