Ormanci: Armanca me şoreşa jinê ye

Aktîvîsta TJA'yê Mekiye Ormanci polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinê nirxand û got, "Ev polîtîka ji sîstema ku ji aliyê zîhniyeta mêr a 5 hezar salî ve hatiye afirandin cihê nîne." Ormanci diyar kir ku armanca wan şoreşa jinê ye.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinê ji ANF'ê re nirxand.

Ormanci diyar kir, piştî ku AKP sala 2002'an hat ser hikum, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir û got, "Destpêkê qala mafên mirovan, mafên jinan û demokrasiyê dihate kirin. Wextekê gel bi van gotinan xapandin û ji bo şûna lingê xwe yê desthilatdariyê çêbikin, dema xwe zêde kirin."

Ormanci da xuyakirin ku di zîhniyeta AKP'ê de ji bilî statuya dayiktiyê, ti statuya jinê nîne û gotinên dawî yên rayedarên AKP'ê tînin ziman bi bîr xist. Ormanci got, "Dibêjin, 'Di felsefeya me ya jiyanê û sîstema me de ji bilî dayiktiyê ti wateya we nîne. Nabe ku jiyaneke we ji bilî vê hebe'."

Ormanci diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê bi gotina, 'jina herî hêja dayik e', hewl dide jinê li malê bikin mehkûm û wiha pê de çû: "Di encama têkoşîneke mezin de bi navê civaka nûjen jin li qada gelemperiyê bûn xwedî derfetê kar. Bi desthilatdariya AKP'ê re ev mafên jinê yek bi yek jê tên girtin. Sermeselê; bi biryarnameyên dawî yên Rewşa Awarte re yên herî zêde ji kar hatin derxistin jin in."

'ARMANCA ME ŞOREŞA JINÊ YE'

Aktîvîsta TJA'yê Mekiye Ormanci destnîşan kir ku zîhniyeta bi serdestiya mêr ancax bi têkoşîna jinê bê guhertin û got, "Dibe ku di çarçoveya hiqûqî de bi derxistina qanûnan re mirov karibin bêhnê bînin ber civakê, lê belê ev yek bi tena serê xwe çareserî nîne. Zîhniyeta nêr li ser tevahiya cîhanê serdest bûye. Di vê jiyana mêr de jî jin tenê ji bo wî weke xizmetkar û kole ye. Li dijî vê zîhniyetê em dixwazin şoreşa jinê pêk bînin. Gelek aliyên vê şoreşê hene. Yek ji van jî siyaset e. Em nabêjin ku siyaset her tişt e. Lê belê em siyasetê hem ji aliyê hiqûqî hem jî siyasî ve weke xetekê bi kar tînin. Ji ber ku siyaset û hiqûq bi hev re dimeşin. Eger hûn ji bo afirandina zemînê hiqûqê nikaribin rojeva siyasetê ava bikin, hûn nikaribin ji civakê re qalê bikin, hingî hiqûq jî pêwîstî bi guherîn veguherînê nabîne."

'TECRÎD QONAXA DUYEMÎN A KOMPLOYÊ YE'

Ormanci bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, nabe ku tecrîd ji komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê cihê bê nirxandin. Ormanci bi dewamî got, "Tecrîd qonaxa duyemîn a komploya navnetewyeî ye. Em dibînin ku sîstema dewletê ya ji aliyê zîhniyeta mêr a 5 hezar salî ve hatiye avakirin êdî xitimî ye û nema dikare bibe bersiv ji daxwazên civakê re. Lewma hate dîtin ku perspektîfa neteweya demokratîk wê ji perspektîfa yek neteweyê derbas bibe û li Rojhilata Navîn bikeve meriyetê. Dema ku ev yek li Rojhilata Navîn bi cih hate anîn, hingî wê ji bo Ewropa û DYA'yî jî bibe rewşeke metirsîdar. Lewma tecrîd weke qonaxa duyemîn a komployê xistin meriyetê."