Orhan: Hedefa AKP’ê tinekirina destkeftiyên Kurdan e

Wekîla HDP’î Mûazzez Orhan destnîşan kir ku armanca AKP’ê tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan e, anî ziman ku qeyûm û êrîşên li ser Rojava dewama polîtîkayên îmha û înkarê ye.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan têkildarî desteserkirina şaredariyan a bi qeyûman, destgîrkirin û girtina hevşaredar, Rewşa Awarte a fîllî li Wanê tê pêkanîn û êrîşên li ser Rojava ji ANF’ê re axivî.

Orhan anî ziman ku ji roja ji aliyê Waltiyê Wanê ve Rewşa Awarte hatiye îlankirin û vir ve bê navber qedexeya derketina derve tê dirêjkirin û diyar kir ku bi taybetî dema dawî qedexe û zext zêdetir bûne. Orhan anî ziman, bi taybet rê nayê dayîn ku ti çalakî û aktivîteyeke HDP’ê li derve bê pêkanîn. Orhan diyar kir ku li Wanê ji 15’ê Tîrmehê û vir ve Rewşa Awarte ya bi fîlî heta roja îro dewam dike.

‘WALÎ DEST DANIYE SER VÎNA GEL’

Orhan diyar kir ku bi zanabûn li Tirkiyeyê polîtîkaya zextê tê kirin û got: “Li Tirkiyeyê ya ku evqas pirsgirêk hene, dîsa li ser krîzên aborî, bêkarî, hejar û destpêkirina polîtîkayên şer, dixwazin dengê civakê, raya giştî û hemû beşên muxalîf, kesên demokrasîxwaz bigire û zextê li wan bike. Em HDP bi çalakiyên xwe didin nîşandan ku bi zextan nikarin bi me. Ne qedexe, ne zext ne hiqûqî û ne rewa ne. Ne li gorî wijdanana civakê û gel û ne jî rewa ye.

Dîsa em ê li her cihî , gel û civakê ji planên şer û zextê yên vîna gel desteser dikin yên desthilata AKP’ê agahdar dikin û kifş bikin. Em ji vê xebatê gav bi qet şûnde navêjin. Ji ber ku hiqûqê ev maf daye me. Hema bêje her roj li ser şaredariyên me oprasyon hene. Bê ku hincetek bê nîşandan hevşaredarên me tên destgîrkirin û girtin. Em vê destgîrkirin û girtinê bi stratejiya HDP’ê ya serketî ku AKP’ê li rojava da windakirin û li Kurdistanê jî polîtîkaya wê ya qeyûm valaderxistinê dinirxînin.

‘ÊRÎŞ TÊ WATEYA HEWLDANA XWE RIZGARKIRINA DESTHILATÊ’

Orhan bi domdarî got, "Ew wek HDP û hêzên demokrasî, kedkar di vê pêvajoyê û pêvajoya hilbijartina 31’ê Adarê de ku hate betalkirin, dîsa hilbijartina Stenbolê ya ku bi piraniya dengan desthilata AKP’ê nikarîbû bigre, dixwaze fatûraya vê ji HDP’ê, Kurdan û demokrasîxwazan bigire. Ji bo vê li dijî şaredarî û vîna me operasyon tê kirin. Em dikarin bêjin êrîşa li ser Rojava, tê wateya xwerizgarkirina desthilatê ya ku li hundir hem bi polîtîkayên qeyûm û dîsa destgîrkirin û girtinê nerazîbûnên hemû beşên li dijî qeyûman e.

‘YA LI ROJAVA TÊ KIRIN ŞER Û DAGIRKERÎ YE’

Orhan bibîr xist ku armanca bingehîn a AKP’ê çi li welat û li cîhanê tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan e û ev nirxandin kir: “Ya li Rojava tê kirin weke şer û dagirkeriyê digirin dest. Ji ber ku ketina xaka weleteke din, ji derveyî vîna gel û destûra wan ketina wir, dagirkerî ye.Tenê yek pênaseya wê heye; em vê dibêjin, Sûriye ya gelê Sûriyeyê ye. Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî, Azerî, Çerkez ên li Sûriyeyê di nava aştî û demokrasiyê de dijîn, bi modelek ku ji cîhanê re bibe mînak bi hev re dijîn. Ya esasî hedefa wan ev e. Dixwazin pêşiya hev ve jiyînê bigirin. Dema ku gel bi hev re bijî, wê nikaribin şer, mêtingerî û rantê bidest bixin.Bi vê Tirkiye û hêzên emperyalîst dixwazin destkeftiyên Kurdan tine bikin. Ji bo vê dixwazin vî şerê ku rê li ber trajediyên mirovî ku demek dirêj bidome kirin.

Me her demê gotiye; şer xwîn e, êş e. Kolakirina jinan e. Şerek ku 9 sal in li Sûriyeyê didome. Em bûn şahidê vî şerî. Di vî şerî de DAÎŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî yên Kurd û gelên din qetilkirin. Tenê Kurd li dijî van çeteyên hov rawestiya, hemû mirovahî ji vê belayê rizgar kir. Îro bi derxistina pêş a van çeteyan rê li ber qetilkirinên nû vedike. Şer bi ser naxe, destkeftiyê şer nîne. Hem li hundir û hem li derve pirsgirêka Kurd dikare bi rêya diyalog û muzkereyê çareser bibe.”