Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin

Rêxistinên HDP'ê yên Şirnex û Mêrdînê destgîrkirina Hevşaredara Cizîrê û parêzeran a bi operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.

Rêxistinên HDP'ê yên Şirnex û Mêrdînê, destgîrkirina 10 parêzer, muwekîlên wan, 12 gardiyan û hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû şermezar kirin. Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyaniyek hate dayin û destgîrkirin hate şermezarkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevşaredar Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan tevlî civînê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç daxuyanî da û diyar kir ku pêla destgîrkirinê ya bloka faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî partiya wan dewam dike.

Tûnç bi bîr xist ku wan heta niha serî li ber zext û êrişan netewandine û diyar kir, êriş li dijî têkoşîna jinê tên kirin. Tûnç ragihand, polîsên rûyê xwe bi maske girtibûn doh avêtin ser mala Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û ew bi kelepçe kirin û bi heqaretê destgîr kirin.

Tûnç destnîşan kir ku êriş di şexsê Kûtlû de li dijî îradeya gelê Cizîrê hatiye kirin û got, li dijî zext û zordariyê we bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin. Tûnç xwest hevşaredara wan tavilê bê berdan.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî anî ziman ku rojên dawî li dijî partiya wan pêleke êrişê dest pê kiriye û ew jî di nav de gef li 8 parlamenteran hatiye xwarin. Ozguneş bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got, "Ev destgîrkirin hiqûqî nîne. Desthilatdarî hiqûqa kêfî û şer dimeşîne. Ev gelekî eşkere ye." Ozguneş xwest hevalên wan ên destgîrkirî bên berdan.