Operasyona Tebqa: 52 çete hatin kuştin
Di şerê derdora Tebqa û gundê rojhilat de 52 çete hatin kuştin.
Di şerê derdora Tebqa û gundê rojhilat de 52 çete hatin kuştin.
Operasyona rizgarkirina derdora Tebqa û Bendava Firatê ya QSD’ê kete roja 45’an.
Li gundê Sahil El Xeşeb ê rojhilatê Tebqa şerê di navbera QSD û DAIŞ’ê de ev 4 roj in didome. Şevê dî 2 çete pê li mayina şervanan kirin û her du jî hatin kuştin. Li gund şer hê jî berdewam e.
Li gundê Safsafah û Ebadê ku 4 km dûrî bajêr ein, piştî ku şervanan êrîş şikandin hê jî operasyon berdewam dike. Di operasyonê de du serek çete 40 çete hatin kuştin. 18 termên çeteyan, 4 BKC, 14 keleş û 60 şarjor, 5 bombeyan destan, 1 demance, 1 dûrbîna rojê, 1 katyûşa û 73 rokêtên katyûşa, 1 doçka, 12 guleyên hawanê hatin bidestxistin. Her wiha gelek guleyên BKC, Doçka jî ketin destê şervanan.
Li Tebqaya Nû ( Hey Ewwel, Tanî û Salis) şevê dî heta berê sibehê şer hebû û 10 çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane kete destê şervanan. Niha jî şerekî pir giran heye.
Duh di şerê Sahil El Xeşab û 3 taxên Tebqa de 76 çete hatibûn kuştin.