Operasyona rizgarkirina Tebqayê: DAIŞ li Bendava Firatê asê ma
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxên Hey Salis û Hey Tanî yên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li Bendava Firatê şer giran e.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxên Hey Salis û Hey Tanî yên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li Bendava Firatê şer giran e.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şervanên QSD'ê taxên 2. û 3. (Hey Salis û Hey Tanî) yên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çeteyên DAIŞ'ê li Bendava Firatê asê kirine û tê gotin, li vê derê şerekî dijwar diqewime.