Operasyona Mûsilê : 5 gundên din jî hatin rizgarkirin

Hêzên artêşa Iraqê, 5 gundên ser bi bajaroka Qeyrewan ya Mûsilê rizgar kirin.

Ragihandina şer ya Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê îro  gundên Til Ezur, Til Hat, Mihemed Zeyd, Til Benat û Hizîl yên Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.

Ev 5 gundên hatine rizgarkirin, dikevin Başûrê Rojhilat û Bakûrê bajaroka Qeyrewan ya li Rojhilatê Mûsilê ye. Di heman ragihandinê de hate gotin ku ev jî ji bo ketina nava bajaroka Qeyrewan jî destpêkeke. Qeyrewan jî dikeve Başûrê Rojhilatê Şengalê.

Operasyona Rizgarkirin Mûsilê di 17'ê Cotmeha 2016'an de dest pê kiriye û di 19'ê Sibata 2017'an de jî destpêkirina Operasyona Rizgarkirina Rojhilatê Mûsilê hatiye ragihandin