Operasyona kontrolkirina navenda Rawayê dest pê kir

Artêşa Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Rawa yê wîlayeta Embarê kir.

Navenda Ragihandina Şer a Iraqê serê vê sibê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku hêzên Iraqî operasyona kontrolkirina navenda bajarokê Rawa ku li rojavayê Embarê ye dane destpêkirin.
 
Operasyona kontrolkirina herêma Rawayê ku ev nêzî hefteyekê dest pê kiribû îro, ji bo kontrolkirina navenda Rawa hêzên Iraqî dest bi operasyonê kirin.
 
Li gorî agahiyên ne fermî tê gotin ku Rawa keleha herî dawî ya DAIŞ a li Iraqê maye. Bi giştî jî hebûna DAIŞ'ê ya li Iraqê ber bi dawî ve diçe.