Omer: Yekîtî wê pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigire

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ketiye nava hewldan, liv û tevgerê ji bo di nava rêxistin û partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê de yekîtiyeke Kurdistanî pêk bîne.

Hefteya borî Komîteya Partiyên Siyasî ya Encûmena Xwerêveberiya Demokratîk, biryarek derxist ku ew partî û saziyên heta niha belgeya fermî ya karkirinê nebûn, dikarin navendên xwe vekin. Li ser mijarê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rojava Ebdulkerîm Omer got: “Armanca wan a derxistina vê biryarê ew e ku yekîtiyekê di nava Kurdan de bidin çêkirin û pêşî li êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Rojava û Kurdistanê bide sekinandin.”

Bi mebesta anîna gel hev a partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza Konseya Bilind a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û Desteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan a Rojavayê Kurdistan civînek hate lidarxistin. Di encama civînê de komîteyek ji 6 kesan hate avakirin ku serdana ew partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bikin ku wan bînin gel hev ku li ser siberoja Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.

Komîteya 6 kesî serdana her yek li Komîteyên Karûbarên partiyên siyasî û hevserokên Encûmena Xwerêveberiya Demokratîk kir, daxwaz kir û got: “Divê Xwerêveberiya Demokratîk biryarek nû bidin ku ew partiyên heta niha belgeya fermî ya xebatê nebûn, divê navendên xwe vekin.” Dîsa daxwaz ji Hevserokatiya Konseya Encûmena Xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê hate kirin û ev tişt hate gotin: “Eger heta niha girtiyên ser bi van partî û rêxistina hebin, di bin çavdêriya hevserokatiyê de bên kontrolkirin û dawî li van dosyayan bînin.”

Li ser vê yekê hevserokatiyê ev tişt got: “Em nizanin girtî hene an ne, lê bi rêya encûmenê em ê çavdêrî bikin û soz didin di demeke kurt de van dosyayan ku hebin çareser bikin û bigirin.”

XWERÊVEBERIYÊ BIRYAR DA: DIKARIN NAVENDA VEKIN

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Rojava Ebdulkerîm Omer da xuyakirin piştî serdana heyetê û şûnde Wezareta Navxweyî û Komîteya Partiyên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê biryar da ku ew partî û saziyên heta niha belgeya fermî ya xebatê nebûn, dikarin navendên xwe vekin.

ARMANC RÊYA VEKIRINA GUFTÛGOYANE

Omer têkildarî biryara hatî girtin ev tişt got: “Armanca derxistina vê biryarê ew e ku partiyên siyasî bikarin bên gel hev û li ser lidarxistina konferansek yan civînek berfire bê kirin ku hemû nûnerên Rojavayê Kurdistanê cihê xwe têde bigirine.”

REWŞA ROJAVA DIYAR BIKE

Omer destnîşan kir ku armanca wan a lidarxistina konferansê ew e ku siberoja Rojavayê Kurdistanê diyar bike ku bikarin li ser nexşerêyeke lihev bikin ku hemû pirsgirêkên Sûriyeyê li gel hemû pêkhateyan bikarin gotûbêj bikin.

Bicihanîna biryarên konferansê dikare bingehekê bide avakirin ji bo bikare hemû aliyên siyasî tevlî konferansê bike û ji bo pêkanîna her biryarên di konferansê de bên girtin.

KNK CIDÎ KAR DIKE

Omer bal kişad ku KNK li ser vê rewşê cidî kar dike û dixwaze Kongreya Neteweyî pêk were ku hemû partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê tevlî bibin.

YEKÎTÎ WÊ PÊŞIYA HER ÊRÎŞAN BIGIRE

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Rojava Ebdulkerîm Omer di dawiya nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman: “Em KNK wê heta dawiyê di nava hewldanan debin ji bo bikarin Kongreya Neteweyî lidar bixin û Yekîtiyeke Neteweyî ava bikin. Hemû hewldanên em ji bo parastina hemû destkeftiyên li Rojavayê Kurdistan bi berdêlên mezin hatin bidestxistin û dîsa parstina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê yekîtî dikare pêşiya her cûre êrîşên dewleta Tirk bigire.