Omer Ehmed Emîn bû waliyê nû yê Silêmanî

Alîkarê Waliyê berê yê Silêmanî Omer Ehmed Emîn bû Waliyê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê.

Omer Ehmed Emîn ê ser bi lîsteya YNK'ê ve, ku Alîkarê Waliyê berê yê Silêmanî Serdar Qadir bû, li şûna wî hate wezîfedarkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Hikumeta Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî bi nivîseke fermî ragihand, ku Emîn weke Waliyê Silêmanî wezîfedar kiriye.

Waliyê bajarê Silêmanî Serdar Qadir ê ser bi lîsteya Tevgera Goran, di 2'ê Gulanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibû ku ji ber ti însiyatifeke wî ya pêkanîna pêwîstiyan nîne û bi awayekî şeklî li ser kar e, dest ji kar ber dide.