Olûç: Hişmendiya Esat Oktay ji nû ve derket

Serokwekîlê Koma HDP’ê bal kişand ser êşkenceya li ser endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Çetîn, anî ziman ku hişmendiya Esat Oktay a bi kuçikan êşkence kirinê derketiye holê.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.

Olûç Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan bibîr anî û wiha got: "95 sal berê Şeyh Said Riza û hevalên wî darve kirin. Lê mixabin heta niha gora wî tune ye. Em carek din dixwazin ku gora wî derxin holê. Divê bi rastiya Şêx Seît re bên rûyên hev.”

Olûç bal kişand ser serdegirtina mala Rojbîn Çetîn û got: “Bi ser mala Rojbîn Çetîn de girtin. Derî şikandin û ketin hundir. Bi kuçikan ketin hundir. Hem êşkenceya fîzîkî kirin û hem jî êşkenceya derûnî kirin. Niha bi kuçikan êşkence dikin. Ev ne tiştekî nû ye.”

Olûç bibîr xist ku di salên 1980'an de li Zindana Amedê Esat Oktay Yildiran bi kuçikan li girtiyan êşkence dikir û ev got: “Niha ruhê Esat Yildiran li Midûriyeta Polîsan a Amedê ye. Rêbaza darizandinê dîsa diguherînin. Berê jî bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û bi kuçikan êşkence kiribûn. Erka xwe xerab pêk anîne. Divê derbarê wan lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin. Li şûna Waliyê Amedê hesabê vê yekê ket nava parastinê."

Oluç, bang li Wezareta Dadê jî kir û xwest teqez derbarê van kesan lêpirsînê veke û wan ji karê wan dûr bixe. Oluç, bang li Wezîrê Karên Hundir kir û got: "Polîsê we vê êşkenceyê dike. Ger ku we ferman neda wan ev êşkence nedikirin. Ger ku hûn derbarê wan de lêpirsînê venekin û ceza nekin ev tê wateya ku we ferman daye. Em dibînin ku ruhê Esat Oktay Yildiran dîsa li Midûriyeta Polîsan digere."

Herî dawî Oluç, polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Baroyan jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Dixwazin bi vê guhertinê Baroyên makul, parêzerên makul ava bikin. Dixwazin li gorî xwe û baroyên di emrê xwe de ava bikin.