Olûç: Desthilatdarî dijminê Kurdan e

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser êrîşên kîmyewî û got: “Em rû bi rûyê desthilatdariyekê ne ku dev ji dijminahiya Kurdan bernade.’’

Şandeyeke HDP’ê çû navçeya Geverê ya Colemêrgê ku li wir êrîşê parlamenteran hat kirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û şandeya pê re, çûn serdana Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û dikandarên bajêr. Şande bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û pişt re daxuyanî hat dayîn.

Olûç bertek nîşanê êrîşên kîmyewî û gotinên nijadperest ên Erdogan da û ev tişt gotin: “Ev desthilatdarî, li her derê dijminahiya Kurdan dike. We bi çeteyên El Nûsra, HTŞ, OSO’yê re li şerekê ne nîzamî dewam kir. Niha jî ketine hewila derketina ji Sûriyeyê. Hûn bûn sedema mirina bi deh hezaran kesan. Hûn ê wê derê ji HTŞ’ê re berdin û vekişin? We guhdariya me nekir. Derket holê ku polîtîkayeke şaş e. Sala 2021’î Wezîrê Parastina Neteweyî li Meclîsê got ku wan di operasyona Gareyê de gaza îsotan bi kar aniye.

GOTINÊN NIJADPEREST ÊN ERDOGAN

Ev desthilatdarî, dijminahiya Kurdan dike. Xwişk û biratî ne ew e ku mirov êrîşê parlamenteran bike, heqaret li jinên Kurd bike, bibêje ew 5, 10, 15 zarokan çêdikin. Sedsal bi şûn de ji Planê Şerq Islahatê heta bi niha heman polîtîka berdewam e.

‘WÊ KURD SEROKKOMAR DIYAR BIKIN’

Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê partiya herî xurt a li meclîsê ava bikin. Tifaqa Milet û Komarê bi rêje wek hev in. Hilbijêrên HDP’ê, Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê diyar bikin bê ka kî bibe serokkomar. Lewma ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Wek hemû bajarên din ên Tirkiyeyê, em dixwazin bi nêzikatiyek a wekheviyê ji Colemêrg û navçeyên wê re bê kirin. Bila mirov azad bin. Pirsgirêkeke cidî ya Colemêrgê heye. Hefteya borî rêxistinên civakî yên sivîl ên Colemêrgê hatin serdana me. Bazirganiya li ser sînor bi rehetî nikarin bikin. Me di meclisê de got. Gava em çûn Enqereyê em ê dîsa bibêjin.

LEYLA GUVEN JI BER TÊKOŞÎNA JI BO AZADÎ Û AŞTIYÊ GIRTÎ YE

Leyla Guven ji ber têkoşîna ji bo azadî û aştiyê di girtîgehê de ye. Hefteya borî 11 sal û heft meh ceza lê hat birîn. Em soz didin hevalên xwe yên di girtîgehan de ku em ê neheqiyên li wan tên kirin teqez ji holê rakin û demokrasiyê li vî welatî bi cih bikin. Em ê we tevan ji girtîgehan derbixin.”