Oldarên wargeha Mexmûrê ji bo yekîtiyê bang kirin

Mamosteyên ayînî yên Mexmûrê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û hevkartiya PDK'ê ya pê re û got, "Divê em Kurd yek bin. Misilmanê li ber zilmê xwe bêdeng bike ew ne misilman e. Rabûna li ber zilmê şertekî ola Îslamê ye."

Wargeha Mexmûrê yek ji wan cihane ku timî dibe hedefa êrîşên dagirkerên Kurdistanê. Bi taybetî bi êrîşên welatên dagirker ên ku xwe weke parêzvanê ola Îslamiyetê nîşan didin re rû bi rû dibin.

Melayên Mexmûrê wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li ser Başûrê Kurdistanê weke zilmekê pênasekirin û radigihînin ku divê bi ti awayî ev zilme ji aliyê gelê Kurd û ûmeta Îslamê ve neyê pejirandin û li dijî wê pêwîste li ber xwe bidin.

Destpêkê Mela Mihyedîn Urper axivî û bal kêşand li ser têgîna edaletê ya di Îslamê de, her wiha zilm û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser gelê Kurd ferz dike û got: “Edalet li ser hemû tiştî re ye. Dewleta Tirk mafê gelê Kurd dixwe. Hezretê Mihemed dibêje ku wê 40 Decal çêbibin ku yek ji wan Erdogan e, Sedam Husyîn jî yek ji wan bû. Niha edalet navenda her tiştî ye. Eger dewleta Tirk li şûna zilmê li gelê Kurd bike bi edalet nêzîk bibûya ew tu carî nedişkest û wê ser xwe ve bihatiba. Dewleta Tirk û bi taybetî Erdogan û hevalbendên wî bi zilma ku li ser giştî Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê li ser jin û zarokên Kurdan dikin wê teqez ji cehenemê rizgar nebe. Mafê Kurdan edalet e."

'RÊBER APO TENÊ EDALET XWESTIYE'

Mele Ûrper qala tecrîda li Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha pêde çû: "Rêber Apo 22 sal in ku di girtîgehê de ye. Di ti dema dîrokê de nehatiye dîtin ku mafê hevdîtin û axaftinê ji girtiyekê bê standin. Dewleta Tirk sîstemekî wisa derxistiye. Rêber Apo tecrîd dikin ango girtîgeh di nava girtîgehê de li ser wî ferz dikin. Hem nahêlin ku hevdîtinê pêk bîne hem jî di nava çar dîwaran de girtine. Rêber Apo zindiyek jî nekuştiye, ji ber ku tenê edalet xwestiye. Piştî ku edalet xwestiye, weke ku pêxemberê me jî hîdayetê û edaletê daxwaz dike, ev zilm weke mezinên Mekkê, Ebû Cehl, Ebû Sofyan û Ebû Lo lo û hevalbendên wan li hemberî pêxember dikirin. Edalet her tiştî dixe destê mirov, lê zilm tarî ye, dunyayek tarî ye; wexta dimire gora wî/ê tarî ye, heşra wê/î tarî ye, hemû dema wê/î tarî ye. Erdogan mîrasê Sedam Hûseyîn wergirtiye."

Mela Mihyedîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd netew e û netewekî kêm hejmar jî nîne. Mela Ûrper diyar kir ku dewleta Tirk piştî ku xaka Kurdistanê hate perçekirin hatine û li Kurdistanê xwe bi cih kirine. 

'YA ERDOGAN DIKE BÊ EDALETÎ Û ZILM E'

Mela Mihyedîn Ûrper destnîşan kir ku ya Erdogan îro dike bê edaletî ye û wiha got: "Ya îro Erdogan pêk tîne bê edaletî û zilm e. Qurana mezin dibêje, zilm xeflet e. Zilm hemû tiştî li ber çavên mirov wenda dike. We ewqasî zilm kirî ku nayê bîra we edaletê pêk bînin."

'HEVDU BIGIRIN, NEXWE WÊ DERFET Û DESKEFTÎ JI DESTÊ WE BIÇE'

Mela Mihyedîn ji bo têkoşîna li hemberî zilmê îşare bi ayetekî Quranê dike û wiha domand: “Hevdu bigirin, hûnê teqez îflah bibin. Cudatiyê nekin û ji hevdu cuda nebin, nexwe wê zanabûn û derfetên di destê we de ji destê we derbikeve. Di wir de bê tifaqiya Kurdan jî zirare ji bo Kurdan. Lê eger gelê Kurd tifaqa xwe hebe, wê çaxê di wê guhertinên ku çêdibin weke pêxemberê me jî ji Umeta xwe re dua kirî teqez bi serket, vê bi serbikeve. Divê bê tifaqî çênebe. Erdogan û hevalbendên wî di esasê de weke ku di dîrokê de jî heye Ecûc û Mecûc in. Wana hevalbendên leşkerên Decalin.”

'MIROVÊN HERÎ BAŞ EW IN KU GELÊ XWE LI BER ZILMÊ Û DI RÊYA HEQ DE BIPARÊZ IN'

Mela Şîrîn Çetîn jî diyar kir ku li gorî pîvanên Îslamê zilm bi giştî û bi taybetî ya dewleta Tirk a dagirker nayê qebûlkirin û got: "Ew kesên ku dema zilm li ser wan tê kirin, tola xwe radikin ew cuda ne. Dema zalim rastî wan dibin jî êdî bi çi şeklî dikevin ew bi xwe dizanin. Her mirovekî misilman û bawermend li hemberî hemû zordariyê divê mafê xwe yê parastinê bi karbîne. Eger mafê xwe yê parastinê pêk neyîne, tu nikarî wî/ê weke misilman û bawermendekî binav bikî yan jî bi hesibînî. Pêxemberê xwedê dibêje ku mirovê herî baş ew e ku milet û gelê xwe li hemberî zaliman di heqiyê de destek bike û biparêze. Mirovê herî baş ew in. Pêxemberê me her wiha dibêje ku divê hûn nijadperestiyê nekin, divê hûn xwedî li mirovên ne heq û zordar dernekevin û pişta wî/ê negirin. Wê demê yek ji Eshabeyên pêxember dipirse ku ma nabê ku em ji mirovên xwe hesnekin? Pêxember bersiv dide û dibêje na, mirovê herî baş ew e ku mirovê xwe di rastiyê de biparêze. Vê ca eger tu li rex zaliman cih bigrî û mirovê xwe bikujî, talan bikî û bi zordariyê re rû bi rû bihêlî, bêguman ew gunehekî gelek hewar û mezin e. Ji ber ku xweda ferman daye me ku divê hûn ji mirovên xwe re, dayik û bav û cîranên xwe re baş bin. Divê hûn zilmê li tu kesî nekin. Em çi bikin, eger em biçin li rex dijminê xwe bisekinin û nexweşî û eziyetê li cîran, bira û mirovê xwe bikîn, bê guman em li hemberî xwedê disekînin. Xwedê di Quranê de dibêje ku dema xwedê fermanekî bide, yê ku pêk neyîne ji xwe kafir ew e. Her wiha xwedê dîsa ferman dide ku divê tu di dil û xeyalê xwe de jî ti carî meyla we cem zalimekî çênebe. Divê hûn di dilê xwe de ji zaliman hes nekin. Berde ku divê tu alîkariya wê nekî, divê tu di dilê xwe de jî heskirina wê derbasî nav dilê xwe nekî. Wê demê ku eger tu li rex zalimekî cih bigirî û neheqiyê li wî/ê kesî bikî ku li ser te ferz be ku tu wan biparêzî, wê demê gunehê wê çiqasî mezin e."

'ÎRO BIRAYÊ VÎ GELÎ HEVKARIYA ZILMÊ DIKE'

Mele Çetîn bal kişand ser dagirkerî û zilma li Kurdistanê û li ser gelê Kurd û ev nirxandin kir: “Wate îro dema li wê herêma ku em tê de dijîn temaşe dikin, îro dagirkerek, zordarek heye ku bi dehan sale li ser gelekî qetîlaman çêdike. Yê ku vê qetilkirinê û zilma ku xwedê heram kiriye li ser vî gelî dimeşîne, mixabin îro ji aliyê birayê heman gelî ve tê destekkirin. Her tevger û zilma wê ji aliyê birayên me we rewşa tê dîtin. Dagirkirina axa me û qetilkirina birayên me ji aliyê wan we rewa tê dîtin. Heta tecawîzkirina namûsa gelê Kurd ji aliyê hin Kurdan ve rewa tê dîtin. Bê guman ev yek ji aliyê me ve cihê xemgîniyeke pir mezin e. Li gel xwedê jî vebalê wê gelek mezin e. Ji ber ku divê her mirovek gelê xwe di rastî û heqiyê de biparêze, ne ku bi destekdayîna zaliman mirovê xwe û birayên xwe biperçiqîne û tine bike. Ji ber ku xwedê dibêje ku cihê kesên wisa wê cehenem be û wê heye dawî têde bimîne. Eger em li gorî dîn bigrin dest pêxemberê xwedê dibêje ku heya mirovek di xizmeta mezlûman de be vê xwedê di xizmeta wî/ê de be. Bifikirin, parastina mezlûman bi teybetî eger gelê te be xêra wê ew qasî mezin ku êdî xwedê di xizmeta te de dibe. Pêxemberê xwedê dibêje ku eger we zilm û zordarî li ser kesekê/î, qewmekê û miletekê dît, dar, şûr û çeka xwe hilgirin û li hemberî wê zilmê bisekînin û parastinê bikin. Eger hêza we têr neke jî dikarin hewar bikin bêjin ku ew zilm e. Bang bikin, qîr bikin.”

'MISILMANÊ LI BER ZILMÊ XWE BÊDENG BIKE, EW NE MISILMAN E'

Di dewama axaftinên xwe de Mela Şîrîn Çetîn diyar kir ku ji ber ku zilmek heye divê tu li ber xwe bidî û got: "Eger tu li hemberî zalimekî bê deng bî tu misilman nayê hesibandin. Ji ber wê çi ji destê kê tê divê bike. Beriya ku yek bangewazî bike divê bê kirin. Piştî ku bangewazî hat kirin jî ji xwe divê zûtir bê kirin. Ji ber ku xwedê bi xwe dibêje ku dema yek bang û hewar dike em bersiv didin. Lewma eger mirov bersiva bangê nede, mirov nikare bêje ku ez di rêya xwedê de dimeşim. Ji ber wê divê li hemberî zilmê her kes bê dudilî raweste. Lewre em wê ne tenê weke bangewazî, Ji ber ku ez weke alim, oldar û melayekî wê hem pîroz dibînin û hem jî pêkanîna wê weke fermana xwedê dibînim. Li gel wê yekê bi her awayî li hemberî zilmê rawestan, şertek a ola Îslamê ye.

Mela Şîrîn Çetîn axaftina xwe bi vegotina rewayetekî bi dawî kir.