OHD rapora têkildarî êşkenceya Rojbîn Çetîn eşkere kir

OHD, rapora têkildarî êşkenceya polîsan a li ser endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn eşkere kir.

Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) derbarê êşkencekirina Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetînê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, MED TUHAD-FED, Baroya Amedê, MEBYA-DER, ÎHD û OHD’ê beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de Rêvebera OHD’ê ya Şaxa Amedê Seda Zengin daxuyanî da.

Zengîn bibîr xist ku polîsan di 26’ê hezîranê de aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn êşkence kirine û got: “Polîsan deriyê malê şikandine û ketine hûndirê malê, bi du kuçikan êrîşî Çetîn kirine û êşkence lê kirine. Di encama êrişê de Çetîn ji lingên xwe û gelek deverên laşê xwe birîndar bûye. Dîsa polîsan pê li pişta wê kirine, cihê pêlava wan li pişta wê çêbûne. Çav û lêva wê birîndar kirine. Çetîn di mala xwe de sê saet û nîv ji pişt ve kelepçekirî hatiye hiştin. Li gel ku Çetîn ji polîsan re gotiye ku nexweşa penceşêrê ye jî dîsa êşkence berdewam kiriye.”

Zengîn destnîşan kir ku polîsan tacîzê li Çetîn kiriye û wiha got: “Polîsan wêneyên nîv tazî yên Çetîn girtine û ew tacîz kirine. Dîsa bi dehan caran heqaret lê kirine û xeber jê re gotine. Ji bo ku îfadeya wê bigirin kursiya bi teker çûye edliyeyê û pişt re birine Şaxa TEM’ê ya Merdînê. Niha jî li wir tê girtin. Daxwazên ku êşkence were tespîtkirin hê jî dozger qebûl nekiri ye.”

Her wiha Zengîn daxuyakirin ku ji bo êşkence were belgekirin û berpirs derkevin holê lêpirsîneke berfireh hewceye û wiha pêde çû: “Di dema destgîrkirinê de ji ber ku li gor Protokola Stenbolê tevnegeriyane, tu peywîrdaran mekamên edlî agahdar nekirine. Em bibîr dixin ku divê demildest derbarê berpirsiyarên êşkenceyê lêpirsîn were destpêkirin. Dîsa rêvebera me Gulîstan Ataş a ku êşkenceyê ragihand û belav kir hatiye astengkirin û dozger xwestiye îfadeya wê bigire.”

Zengîn da zanîn kir ku êşkence li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan qedexeye û li gorî peyemana ku Tirkiye jî îmze kiriye divê êşkenceyê neke û li gorî Qanûnên Cezayê ya Tirkiyê jî êşkence wek sûcê mirovahiyê tê zanîn. Zengîn anî ziman ku roj bi roj êşkence li Tirkiyê zêde dibe û êşkence derketiye asta sîstematîk. Zengîn got derbarê wan polîsên ku êşkence kirine lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin. Zengîn got dixwazin bi vê êşkenceyê pêşî li têkoşîna demokratîk û azadîxwaz a jinan bigirin.

Herî dawî Zengîn diyar kir ku ew êşkenceya li Çetîn hatiye kirin qebûl nakin û divê derbarê êşkencekaran demildest lêpirsîn were destpêkirin. Zengîn da zanîn ku lazime Çetîn demildest were dermankirin û berdan. Zengîn got ew bibîr dixin ku êşkence qedexe ye.