OHD’ê beşdarî nobeta malbata Şenyaşar bû

Şaxê OHD'ê yê Rihayê tevlî nobeta Malbata Şenyaşar bû.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 529’emîn de dewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Dayik û kur ku ji 8’ê Tebaxê ve rûniştina li ber sihê ya li pêş edliyeyê ji wan re hatiye qedexekirin, rastî gefên polîsan hatin. Piştre malbatê li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi endamên Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re dest bi nobetê kirin.

Yek ji Rêveberên OHD’ê yê Rihayê Sedat Altûndag diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji çalakiya rûniştinê ya malbatê ya li pêş edliyeyê re zehmetiyê derdixîne û wiha got: “Çalakiya malbatê ne sûc e. Her wiha ji ber çalakiyên malbatê yên beriya niha li pêş edliyeyê derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û biryara ‘hewcehî lêpirsînê nîne’ hatibû dayîn. Malbat bi awayekî aştiyane çalakiya rûniştinê pêk tîne.”

Altûndag, diyar kir ku weke OHD’ê wê li cem malbatê bin û wiha got: “Daxwazên malbatê hêj berdewam dikin. Yekane daxwaza malbatê pêkanîna edaletê ye. Di roja 529’emîn de jî weke roja ewil em li cem malbatê ne.”