OGÎ: Di meha Tebaxê de 15 rojnameger hatin destgîrkirin

OGÎ (Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad) bal kişand ser vî tiştî ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûye. OGÎ’yê diyar kir ku 15 rojnameger jî hatine destgîrkirin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ), rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir. OGÎ’yê diyar kir ku zext û tundiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Her meh rojnameger tên destgîrkirin, girtin, darizandin û ceza li wan tê birîn. Di meha Tebaxê de zextên li ser rojnameigeran derket asta herî jor. Di meha Tebaxê de ya ku çalakiyên civakî li kolanan zêde bûn, zextên li ser rojnamegeran jî zêde bûn. Tenê di 10 rojên dawî yên Tebaxê de 15 rojnameger hatin destgîrkirin. Rojnameger bi dehan caran hatin astengkirin. Der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Gihandina sedan nûçeyan hatin astengkirin.

Li Tirkiyeyê hê jî 146 rojnameger girtî ne. Ger ku hikûmet diparêze Tirkiye welatê demokratîk e û hurmeta wê ji hiqûqê re heye, wê demê divê bi lez rojnamegerên girtî serbest berde û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bike."

ÎRA bîlançoya meha Tebaxê ya zextên li ser rojnamegeran wiha parve kir:

* 15 rojnameger hatin destgîrkirin

* Li 2 rojnamegeran lêpirsîn vekirin.

* Li 5 rojnamegeran doz vekirin.

* Ceza dan 1 rojnamegerî. (2 sal û 4 meh û 3 roj).

* 700 nûçeyan asteng kirin.

* Bi ser mala 1 rojnamegerî de girtin.

* 2 rojnameger rastî lêdanê hatin.

* 1 rojnameger rastî êrîşa çekdarî hat.

* Rojnamegerekî ji ber zextan dest ji rojnamegeriyê berda.

* Li Wan, Amed, Mêrdîn û Stenbolê bi dehan caran rojnamegerên nûçeyen li kolanan dişopandin rastî astengiya polîsan hatin.

* RTUK erkdar kirin ku radyo û televizyonên li ser înternetê weşanê dikin sansur bike.

* Ji bo Nasnameya Zer a çapemeniyê asteng bikin lîsteyek hatiye amadekirin.”