Ocalan qala Îmraliyê dike - XXI

"Li Tirkiyê ji bo tevahiya hukimxwarî û girtiyan rêzikname, qanûn û Destûra Bingehîn tê bicihanîn, lê ez li derveyî van bi rejîmekê tême birêvebirin... Ez mehkûmiyeta rastiya xwe ya civakî dijîm."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 21'ê bi we re parve dikin:

Ez di vê beşa parêznameya xwe de çanda Rojhilata Navîn hûrdikolim. Eger mirov vê çandê fêm neke ku di dîroka mirovatiyê ya gerdûnî de timî bi rola çavkaniyê rabûye, xwenaskirin û binavkirina ferd jî wê seresere be, û wê bêmane be. Divê mirov hay jê hebe ku çanda Ewrûpayê ya hegemon a hemdem jî di bingeha xwe de varyanteke çanda Rojhilata Navîn e. Tevî ku ji xwe re qonaxeke pêşketî ya zanistî pêk aniye jî çanda Rojhilata Navîn hê jî li pêşiya vê çandê bi roleke diyarker a çarenûsî radibe û ji vê paşve namîne. Badilhewa nîne ku wexta roja me ya îro behsa lihevkirin û pevçûna di navbera çand û şaristaniyan de tê kirin, tavilê ev herdu çand têne bîra mirovan. Ev tesbîtên me kirî, li aliyekî têgîna şaristaniya navendî jî piştrast dikin.

Min di beşên pêşî yên parêznameya xwe de hewl dabû gerdûnîbûnê bi nav bikim û bidim naskirin. Beşa Rojhilata Navîn bi tenê di nava vegotina gerdûnî de dikare bê îfadekirin. Jixwe ew bi xwe reh û damara sereke ya gerdûniyê ye. Çand û dîroka ferdî bi tenê di nava gerdûnîbûnê de dikare manedar bibe. Wexta ez dibêjim ferd, ez ji şexsekî heta neteweyekî di çarçoveyeke berfireh de behsa taybetîbûnê dikim. Min weke ferdekî di mijara xwenaskirin û binavkirinê de gelekî hewl da.

Di vê hewldanê de ez çiqasî ponijîm min zêdetir dît ku mirov nikare ji gerdûnîbûnê bireve. Ez hîç guman nakim ku ferdê pûç ê lîberalîzmê nirxekî mîtîk e ku bi qasî mîtolojiyên kevin jî maneyeke xwe nîne. Berevajî kolektîvîteyên civakî yên herî hişk îdeayên wan ên daqurtandina ferd jî ji aliyekî din ve dîsa mîtîk in. Di vê nuqteyê de neçar im, dîsa gotineke xwe dubare bikim. Her tim potansiyel heye ku mirov karibe di ferd de dîrokê analîz bike. Ferd berhemê dîrokê ye, rewşa berçav a dîrokê ye, eger bijî roja îro ya dîrokê ye. Wexta ez dibêjim dîrok bêguman di maneya civaka dîrokî de bi kar tînim.

MEHKÛMÊ RASTIYA CIVAKA XWE ME

Ji vê dîroka min hewl da bidim naskirin encama pêşî û herî girîng min derxistî ew e ku di asta klanekê de be jî hem di çarçoveyeke teng de û hem jî di çarçoveyeke fireh de mirov heta civaka mensûbê wê ye ji hev dernexe wê nikaribe bibe insên. Îro di civakê de înkar û asîmîlasyona bi darê zorê timî li ser kar e. Ev jî dibe çavkanî û sedem ku mirov maneyê ji dest bide. Kom û ferdên di van pêvajoyan re derbas dibin mirov dikare ji wan re kom û ferdên negatîf bibêje. Li gorî min zehmet e ku mirov ji van kesan re insên bibêje.

Her diçe ez zêdetir yeqîn dikim ku rastî civakî ye. Kesek bi tenê dikare maneyê bide çavkaniya rastiya civakî û bi vî awayî xwe bigihîne asta herî jor a zanînê. Ji ber vê yekê, reva ji civakê di heman demê de tê maneya reva ji mane û zanyartiyê. Lîberalîzm bi israr ji civakê direve, ji ber ku hem seresere nêzî rastiyê dibe, hem ji ber têkiliya wê ya bi rastiya xwezaya kapîtalîzmê re heye, hem jî ji ber îfadeya wê ya îdeolojîk e. Kapîtalîzm û civaka di bin hegemonya wê de her diçe zêdetir serî li reklam û derewê didin û ev jî dîsa vî aliyê rastiyê destnîşan dike.

Hem pêşketina min a teorîk, hem jî rola min a di pêşketina pratîk-siyasî de her dema dibihure rastiya parastinê bêhtir rohnîker (serwextker) dike. Tê zanîn û yan jî divê bê zanîn ku şert û mercên min ên mehkûmiyetê hêsan nînin û mehkûmiyeta min hêsan nabihure. Eger were pirsîn ka ez çawa xwe li van şert û mercan radigirim, yekser ez ê bi biwêjekê bersivê bidim: Ez bi tenê mehkûmê rastiya civaka xwe me.

Li pêşiya min baxçeyên cennetê hebin û ez bixwazim jî di nava vê rastiyê de nikarim bi awayekî azad bijîm û haya min bi temamî ji vê yekê heye. Yên di nava heman rastiyê de ne, û îdea dikin ku dijîn, bi gotineke herî sivik divê yeqîn bikin ku xwe dixapînin. Bêguman ji bo mirov sedemên dîrokî û rojane yên mehkûmiyeta civakî bîne ziman, vegotineke dirêj a diyalektîkî hewce dike. Ya girîng ew e ku mirov xwe bigihîne vê maneyê û serwext bibe. Kengî mirov xwe gihand vê maneyê, piştre di nava zeman û mekan de dikare dest bi meşa azadiyê bike. Ev meş bi qasî ku ferdî ye, civakî ye, bi qasî ku hundirîn e, derveyî ye.

Wexta ku min gelek caran jiyana xwe xist ber lêpirsînê, min hewl da ez fêhm bikim ka zêdetir min bi çi awayî li ber xwe daye, ka reviya me yan jî min qebûl kiriye. Eşkere ye ku wê parêznameya min ji vê çîroka jiyana min wêdetir maneyek xwe nebe. Ez yeqîn dikim ku ev çîrok ê hînker û balkêş be. Ji vê jî girîngtir di pratîkê de bi civakîbûnê re pêş dikeve û dimeşe. Jixwe ji vê wêdetir jî parêznameyeke azadiyê zêde mumkîn nîne, mumkîn bibe jî ez yeqîn dikim ku wê ji parêznameya azadiyê cihêtir, buhayekî xwe yê parêznameyê hebe.

Weke ferd û civak di dergûşa Rojhilata Navîn de, di dergûşa şaristaniya navendî ango Mezopotamyayê de em bûne xwedî hebûn. Meşa vê şaristaniyê ku weke çemê Firatê herikî, timî her çû bala min kişand ser xwe. Ji vê baldariyê zivêr û bêzar nabim. Bi jeolojî, nebat û heywanên xwe, bi awayekî nedîtî bi civak û mirovê xwe re bûye yek, ketiye zikhev û eşkere ye ku ev çavkaniya tevahiya rastiyan e. Bi van rastiyan, ez ê ne bi tenê xwe manedar bikim; ez ê tevahiya mirov û mirovê gerdûnî di zeman û statuya herî hosteyane de bi nav bikim û fêhm bikim. Ev beşa parêznameya min zêdetir xizmeta vî aliyê rastiyê dike.

Mûsa, Îsa û Muhemmediyên ji cem Firewn û Nemrûdan reviyan û paşve zîvirîn li ber xwe dan, mirov xwe nêzî wan bike, cewherê peyama wan fêhm bike, bigire û bide, ev yek wê serhatiyeke kêmheyecan û kêmgirîng nebe.

YA Dİ ŞEXSÊ MİN DE TÊ DADGEHKİRİN Bİ QASÎ GELEKÎ HERWEHA DÎROKEKE GERDÛNÎ YE

Ez hînê jî ji aliyê heman şaristaniya navendî ve tême şopandin û ez ji aliyê vê şaristaniyê ve girtî me. Ez hem ji wê direvim hem jî li hemberî wê li ber xwe didim. Girîng e ku mirov çîroka hemşehriyê min Brahîm û Nemrûd rojane bike. Li dijî Firewn û Nemrûdan di dînê berxwedanê de taybetmendiyeke girîng e ku mirov jêre rêz bigire. Şer û qirkirinên di dema qonaxa şaristaniya Ewrûpayê de aliyekî din ê rastiyê ne. Li Rojhilata Navîn, dewleta netewe, îndustriyalîzm û kapîtalîzmê, civak û xweza kirine rewşekê mîna ku anîbin ber întîharê û bi vî awayî dimijin, dikojin. Parastin neçar e ku bersiva vê rastiyê jî bide. Kengî cewherê rastiyê ev be, hingî vegotinên siyasî, bûyerî û ferdî bi tenê dikarin bibin xemil û rewşa wêjeyane.

Min timî şik û guman kir ku ez parêznameyên xwe bisipêrim fenomenên Tirkîtiyê û pêşde bibim. Gelekî girîng bû ku mirov serwext bibe, bi tevahî pîvanên heqîqetê yên netewiyetên Rojhilata Navîn heta dawî ji cewher bêpar in, û ji aliyê dîrokî ve bêbingeh hatine avakirin. Dewleta netewe li Rojhilata Navîn bi hegemonya kapîtalîst (Ewrûpa) hat çêkirin û ji vê jî wêdetir ji aliyê dîroka civakî ve jî berevajîkirineke dijwar e; ji lewra jî tê wê maneyê ku beşekî mezin ê rastiyê hatiye înkarkirin.

Pêvajoya min a Îmraliyê ji serî heta binî di kontrola nûnerên fermî yên rojane yên şaristaniya Ewrûpayê DYE û YE’yê de hatiye pêşdebirin û xistine ser sahneyê. Di vê çarçoveyê de mirov rola dane fenomenên Tirkîtiyê binirxîne wê maneyeke xwe hebe. Ez jî hewl didim di vê çarçoveyê de bigirim dest û li ser bisekinim. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME wexta biryara xwe ya der barê ‘jinûve dadgehkirinê’ de da, rastiya ez hewl didim wê bi nav bikim, zimnen qebûl dike. Wexta ku fenomena dadgeriya tirk newêrîbû ji nû ve dadgeh bike û dosya dozê li Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewrûpayê vegerand ket nava hewldaneke bi heman rengî û bi vî awayî zimnen li rastiyê mikur hat.

Konseya Wezîran dosya doza min ji nû ve li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê vegerand. Ev yek jî li DMME’yê bûye mijara dozeke nû. Ev bû nêzî deh salan, ne weke ku di destpêkê de mirov difikirîn, ne li Dadgeha Romayê ya Ceza yan jî Îstînafê, ne jî li Dadgeha Strasbûrgê ya DMME’yê rastûdurist dikarim bêm dadgehkirin. Ji vê jî sosrettir, Hukûmeta Yewnanistanê (Hukûmeta Simîtîs) bi tevahî huqûqa navneteweyî û huqûqa YE’yê binpê kir û ez revandim Efrîka-Kenyayê, ji ber vê, pêvajoya proto-Guantanamo serdest bû, tevî vê yekê, doza li Dadgeha Atînayê ya hewldanên wê dewam dikin, hê venebûye, bi ti awayî venabe.

Dadgeha Îstînafê ya Atînayê biryar da ku ketina min a nava sînorên Yewnanistanê sûc nîne û bi vî awayî min mafê xwe yê penaberiyê bi dest xistiye, bi kar aniye. Li gorî vê biryarê, ez hê jî di nava sînorên Yewnanistanê û huqûqa wê de me. Lê rastî tiştekî din e, ya rast ew e ku di çarçoveya rêxistiniya Gladio ya NATO’yê de piştî şopandineke mezin êsîr bûm û li hucreyeke Girtîxaneya Girava Îmraliyê ya gelekî taybet a yekkesî û proto-Gûantanamo tême ragirtin. Li Tirkiyê ji bo tevahiya hukimxwarî û girtiyan rêzikname, qanûn û Destûra Bingehîn tê bicihanîn, lê ez li derveyî van bi rejîmekê tême birêvebirin.

Li pişt vê huqûqa seyr a sedsalê rastiyên civakî-siyasî û herweha yên dîrokî û civakî hene, ji lewra jî divê ez van rastiyan rave bikim. Careke din wê hatibe fêhmkirin ku ya di şexsê min de tê dadgehkirin bi qasî gelekî herweha dîrokeke gerdûnî ye. Şaristaniya fermî ya Ewrûpayê ku hêza rêveber a dîroka gerdûnî ye, divê karibe cesaret bike ku li dadgeha xwe li ser hîmê rastiyan min dadgeh bike. Divê DMME li erka xwe xwedî derkeve û biryara der barê min de hînê zêdetir dereng nexîne.