Dîlek Ocalan: Li Efrînê wê perspektîfa Ocalan bi ser bikeve

Parlamentera HDP'yî Dîlek Ocalan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gelên herêmê di zikhev de ne û got, "Me bi saya perspektîfên Birêz Ocalan xwe gihandin vê astê."

Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan ku ji bo tevlî hevdîtin û hin çalakiyan bibe hate Hewlêrê, li ser tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bersiv da pirsên ANF'ê.

Dîlek Ocalan da xuyakirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev 19 sal in li zindana Îmraliyê tecrîdeke giran li ser mirovahiyê heye û got, "Ev 3 sal in malbat, 7 sal in jî parêzer nikarin bibînin. Hikumeta ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe vê astengiyê datîne holê. Bi rêya vê yekê hiqûqa navxweyî jî bi binpê dike."

Dîlek Ocalan got, "Ya ku li Îmraliyê li ser kar e, hiqûq nîne. Lê siyaset e" û wiha dewam kir: "Ew jî baş pê zanin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şexsekî bi tenê nîne, ew nûnerê gelekî, nûnerê gelên herêmê ye. Rêberê gelan e. Jİ ber vê yekê bi rêya vê tecrîdê gelan jî tecrîd dike."

Dîlek Ocalan işaret bi xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir û got, "CPT şaşitiyeke mezin dike. Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê re tecrîd tê ferzkirin. CPT çima li pêşberî vê yekê bêdeng e, divê daxuyaniyekê bide."

Di dewama axaftina xwe de Dîlek Ocalan destnîşan kir ku felsefe û nêrînên Ocalan li Rojhilata Navîn şîn dibin û wiha pê de çû: "Mînaka herî baş a vê rastiyê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Ya ku li wir heye, modela neteweya demokratîk e. Birêz Ocalan xwedî projeyekê ye ku dixwaze li gelemperiya Rojhilat Navîn konfederalîzma demokratîk bi cih were."

Dîlek Ocalan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û diyar kir ku ev êrîş li dijî vê xetê û van nêrînan tê kirin. Dîlek Ocalan got, "Di nava felsefeya Birêz Ocalan de cihê her gel, bawerî, zayend, nêrîn û nasnameyê heye. Jinên Kurd bi vê nêrînê ji bo azadiya xwe têdikoşin. Êrîş ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd tê kirin. Jin, di serî de li Bakurê Sûriyeyê li her cihî pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin. Ji ber vê yekê ye ku jin dibêjin 'azadiya me bi azadiya Rêber Apo dibe'. Em bi saya van perspektîfan gihîştin vê astê. Lewma azadiya me û azadiya wî di zikhev de ne."

Bi gotina, "bêdengiya li pêşberî êrîşan tê wateya erêkirina êrîş û zilmê" Dîlek Ocalan destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê ne ya qebûlkirinê ye û ji wan xwest ku bi erk û wezîfeya xwe rabin.

Parlamentera HDP'yî Dîlek Ocalan bi bîr xist ku gelê Efrînê li dijî êrîşan li ber xwe dide û got, "Li ber berxwedana wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Dibêjin, 'mafê we nîne ku hûn axa me dagir bikin, em li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin'. Her roj li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Em bi gelê xwe yê Efrînê re ne. Êrîşên li ser Efrînê her wiha êrîşên li dijî me ye. Êrîşên li dijî Kurdan, Ereb, Elewî û Êzidiyan e."

Dîlek Ocalan got, çawa ku li Kobanê bi ruhê Arînan bi ser ketin, îro jî Efrînê bi ruhê Avestayan li ber xwe dide û wê bi ser bikeve.

Di dawiya axaftina xwe de Dîlek Ocalan bi taybetî bang li gelê Kurd kir ku bi pêkanîna yekîtiya xwe bersivê bidin êrîş û komujiyan û got, "Van êrîşan careke din raxist pêş çavan bê y ekîtiya neteweyî çiqasî girîng e."