'Ocalan dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê hemûyan çareser bike'

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Hebîp Eksîk diyar kir ku AKP bi siyaseta xwe ya şer nikare li Tirkiyeyê demokrasiyê pêk bîne û got, Tirkiye di qada navneweyî de xitimiye û yê karibe vê rêyê veke jî Ocalan e.

Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven destpê kir de û li hemû girtîgehên welat belav bû, piştî 8 salan Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê Gulanê de çûn hevdîtina muwekîlê xwe. Parêzer piştre di 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê bi giştî 4 caran çûn hevdîtina Ocalan. Lê piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, hemû daxwazên hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên cuda hatin redkirin.

‘BÊHIQÛQIYA LI DIJÎ OCALAN DEWAM DIKE’

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdir Hebîp Eksîk, tecrîda girankirî ya li Gireva Îmralê û redkirina serlêdanên parêzeran nirxandin. Eksîk anî ziman ku piştî 18’ê Hezîranê dîsa tecrîda girankirî ya li Gireva Îmraliyê kirin dewrê û wiha axivî: “Girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan parçeyek ji şerê qirêj yê rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê ye. Gelê Kurd bi berxwedanek bê hempa, AKP neçar kir ku gavê paşde biavêje. Bi berxwedana grevên birçîbûnê rayedarên hikûmetê li xwe mikûr hatin û gotin, parêzer û malbat dikirin biçin grevê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Piştî 18’ê Hezîranê û vir ve AKP dît ku Birêz Ocalan bi ramanên xwe bandorê li cîhanê dike û pêş dîtinê wî yek bi yek derdikeve holê, dîsan hemû serlêdan bê bersiv hiştin û tecrîd heyî domandin. Bêhiqûqiya li dijî Ocalan dewam dike. Ti eleqeya hincetên redkirina serlêdanan, bi cezayan ve nîne. Bi salane em vê dijî. 20 sal e hemû rêgez û bêhiqûqî li Îmraliyê di dewrê de ne.”

‘OCALAN DIKARE HEMÛ PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER BIKE’

Eksîk anî ziman ku eger hikûmeta AKP’ê di tecrîdê de israr bike, wê domkirina tecrîdê bibe dawiya emrê AKP’ê û wiha pêde çû: “Gelê Kurd tecrîdê qebûl nake. Tecrîd li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye û dê welat herdem ber bi kaosê ve bibe. Gelê Kurd û Tirk bi ti awayî vê zilmê û vê bêhiqûqiyê qebûl nake. Siyaseta rageşiyê ya AKP’ê nikare demokrasiya Tirkiyeyê pêş bixe. Tu kes nikare daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd ji nedîtî ve bê. Îro Tirkiye di qada navneweyî de xitimiye û pirsgirêka herî bingehîn a winda dike jî ev e. Yê ku karibe vê çareser bike Birêz Ocalan e. Tenê Ocalan dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. 7 xalên Birêz Ocalan ji bo aramî û pêşvebirina demokrasiya Tirkiyê ye. Birêz Ocalan 20 sal e li Îmraliyê ji bo çareseriyê pêşniyaran dike. Rêya Ocalan rêya aramî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê rakirin û dest ji vê bêhiqûqiyê bê berdan.”

‘RÊYA SÊYEMÎN TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE’

Eksîk da zanîn ku ramanên Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn girîng e û wiha dom kir: “Birêz Ocalan li gel hemû şert û mercên giran 20 sale ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan xebat dide meşandin. Xalên Ocalan destnîşan dike di xêra vê axê de ye. Ti carê hikûmeta Tirkiyeyê Ocalan fêm nekiriye û vê hişmendiyê jî nikarin Ocalan fêm bikin. Em rêya sêyemîn û rêya azadiya vî welatî ne. Di hilbijartinê re me bi tu aliyên siyasî re tifaq nekir, me bi gel re tifaq kiriye. Rêya sêyemîn tu carê nahêle ku AKP polîtîkaya xwe ya şer bidomîne û wê herdem weke mertalekê li hember raweste. AKP, MHP û CHP neçare were li ser rêya çareseriyê û guh bidin dengê gelan. Ji bo vê yekê jî Birêz Ocalan jî dibêje rêya sêyemîn. Rêya siyemîn, rêya demokrasî û tifaqa demokrasiyê ye. Rêya sêyemîn ne tifaqa partiya X û Y ye. Rêya sêyemîn tifaqa gelan e.”

‘OCALAN BI ZIMANÊ AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIAXIVE’

Eksîk bilêv kir ku dema deriyê Îmraliyê tê vekirin aramî, aştî li ser vê axê tê axaftin û xwîn nayê rijandin. Eksîk da zanîn ku milyonan mirov li hêviya gotinek Ocalan in û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi salane li Rojhilata Navîn polîtîkayek şaş û çewt dide meşandin. Birêz Ocalan jî herdem vê polîtîkaya şaş rexne dike û li gorî vê rêyên çareseriyê pêşniyar dike. Dîroka şahîdî kiriye, peyvek tenê ya Ocalan xwînê dikare bide rawestandin. Bandorek mezin ya Birêz Ocalan li ser gelê Rohilata Navîn heye. Bi milyonan mirov li hêviya peyvek ya Ocalan e. Dema deriyê Îmraliyê tê girtin em dibînin xwîn tê rijandin û rageşî her ku diçe berfireh dibe.”