Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê: 7 endamên me hatin qetilkirin, hikumeta Başûr bêdeng e

Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ragihand ku heta niha 7 endamên wan li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lê belê hikumet hîn jî bêdeng e.

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li navenda xwe ya Hewlêrê derbarê qetilkirina Abdulkadîr Sabrî Toprak de daxuyaniyek da. Endamê HDP’ê Aydin Ehmed di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku kiryarên terorî yên Erdogan û dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dijî azadîxwazan dewam dikin, li beramberî vê jî berpirs û Hikumeta Herêmê bêdengiyê hilbijartine.

Aydin wiha dom kir; “Welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariya Hikumeta AKP-MHP’ê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Sabrî Toprak jî yek ji wan bû ku 12 sal bûn bi hevjîn û zarokên xwe re li Silêmaniyê dijiya. Lê duh ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Qetilkirina welatparêzên Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike, li bajarê Silêmaniyê heya niha 7 endamên me hatine qetilkirin. Herwiha li bajarê Hewlêr û Dihokê jî xelkê Bakurê Kurdistanê tê terorkirin, ji bo vê pêwîste Hikumeta Herêm û aliyên peywendîdar, ji bo rawestandina êrişan hewldanên cidî bikin. Erdogan û dewleta Tirk ne tenê li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê metirsîne, li ser hemû Gelê Kurd metirsîne. Ji ber ku dema Sabrî Toprak hatî qetilkirin de, êrişî Rojavayê Kurdistan û Şenglaê jî kir. Ev jî ispat dike ku dewleta Tirk dijî hemû Gelê Kurde.”

Aydin di dewama axaftina xwe de bang li hemû azadîxwazên Başûrê Kurdistanê kir ku rê nedin xaka Kurdistanê bibe meydana kiryarên terorî yên dewlewta Tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta Tirk nikare îrade û azadiya Gelê Kurd bişkîne, ji bo vê dijî têkoşer û xebata wan êrişên terorî pêktîne.”