Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr: Asayîşa PDK’ê sîxûriyê ferz dike-NÛ BÛ

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, ragihand ku li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê zextekî mezin li endamên HDP’ê tê kirin û nerazîbûn nîşanî sepandina sîxûriyê kirin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê banga berdana endamên xwe yên ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine destgîrkirin, kir. HDP’ê ragihand ku li Hewlêr, Zaxo û Dihok zextek mezin li ser endamên wan dike û asayîş sîxurtiyê li wan ferz dike.

Malbatên endamên HDP’Ê Nîmet Guneş û Hesen Kaçar ên ku zêdetirî meheke ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatine destgîrkirin, serdana Nûnertiya HDP’ê ya li bajarê Hewlêrê kirin.

Endama Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Mizgîn Arî derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî. Mizgîn bal kişand ser zextên asayîşa PDK’ê yên li ser endamên wan yên li Başûrê Kurdistanê û got: “Ev 4 mehe li Hewlêr, Zaxo û Dihok zextek mezin li ser endamên me heye. Asayîş yek bi yek bang li wan dike. Endamên me ji ber fikrê xwe yê siyasî rastî zilm û zordariya dewleta Tirk tên. Ew jî ji Bakurê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê ku mala wanejî. Bila Başûr jî li wan nekin zindan.”

Mizgîn Arî destnîşan kir ku asayîş bang li endamên wan dikin, sîxurtiyê li wan ferz dikin û wiha domand: “Gelo bira wê sîxurtiya birayê xwe bike? Gelo wê endamên me ji bo dewleta Tirk sîxûriyê bikin? Ti sucek endamên me nînin û asayîş jî nikare ti sucek li ser wan çêbike. Ti sûc nekirine. Ger endamên me yên di destê Parastina PDK’ê de neyên berdan, em ê çalakiya xwe bibin  ber derê ofîsa Neteweyên Yekbuyî û parlamentoyê.”

Welatiyê bi navê Nîmet Guneş jî di sala 2009’an de li bajarê Zaxo dijiya. Asayîşa Zaxo ji Nîmet xwestibû ji axa Başûrê Kurdistanê derbikeve û biçe Bakur yan jî Rojavayê Kurdistanê. Nîmet ji ber zexta asayîşa Zaxo ya PDK’ê, berê xwe da Hewlêrê.

Li Hewlêrê jî zext li ser Nîmet kêm nebû, asayîşê bi hêceta îmzekirinê, bang li Nîmet kir da ku serdana asayîşê bike. Nîmet di 2’yê Sibata 2021’an de diçe Asayîşa Hewlêr û ji wê rojê ve jî venegeriyaye. Aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.

Hevjîna Nîmet Guneş Fehîme, diyar kir mehek û 10 roj in hevjînê wê Nîmet Guneş hatiye destgîrkirin û ji wê demê ve ti agahiyek jê negirtine. Fehîme got, wan çend carek serdana asayîşê kirine, lê destûr nedane ew ne bi telefonê ne jî rû bi rû Nîmet bibînin.

Hevjîna Nîmet Guneş, Fehîme got: “Mafê me em bi zanin çarenûsa hevjînê min çiye û çi bi serê wî hatiye. Ti sucekî wî nine, ew bi awayek eşkere endamê HDP’ê ye û divê serbest were berdan.”

Piştre Endamê HDP’ê Hesen Kaçar jî axivî û got: “Metirsî li ser jiyana min heye û gef li min hatiye kirin. 12 salan li Tirkiyeyê hatim girtin. Ev 7 sal in li Hewlêrê dimînim, zewicîme du zarokên min hene û bi karkertiyê debera xwe dikim. 7 sal bûn bi berdewam metirsî li ser jiyana min hebû, lê ev çar mehin Parastina PDK’ê gefan li min dike.”

Hesen Kaçar eşkere kir ku destpêkê Parastinê daxwaz ji wî kir ku ew sîxûrtiyê bike, lê wî ew daxwaza wan nepejirand û wiha domand: “Piştre çend caran asayîşê û Parastinê bangî min kirin. Cara dawiyê asayîşê daxwaz ji min kir ku ez ji Hewlêrê derkevim. Bêy ku ti sedemek ji min re bêjin, gotin, mafê te yê li Hewlêrê jiyan bikî tineye û ji Hewlêrê derkeve.”

Hesen destnîşan kir mafê kesê nine ku wî ji Kurdistanê derxe û Kurdistan ne milkê ti kesekî ye. Hesen got: “Min Netewên Yekbûyî ji metirsiya ku li ser jiyana min heye, agahdar kiriye. Pêwîste ew jî bi erka xwe rabin û min bi parêzin. Ger pirsgirêka min çareser nekin, ez ê herim ber derê Netewên Yekbûyî û Parlementoyê dest bi çalakiyê bikim.”

Welatiyê bi navê Nîmet Guneş jî di sala 2009’an de li bajarê Zaxo dijiya. Asayîşa Zaxo ji Nîmet xwestibû ji axa Başûrê Kurdistanê derbikeve û biçe Bakur yan jî Rojavayê Kurdistanê. Nîmet ji ber zexta asayîşa Zaxo ya PDK’ê, berê xwe da Hewlêrê.

Li Hewlêrê jî zext li ser Nîmet kêm nebû, asayîşê bi hêceta îmzekirinê, bang li Nîmet kir da ku serdana asayîşê bike. Nîmet di 2’yê Sibata 2021’an de diçe Asayîşa Hewlêr û ji wê rojê ve jî venegeriyaye. Aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.