Nûnerên rêxistinên Kurdan ji bo Ocalan bang kirin

Nûnerên sazî û partiyên Kurdan nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin, "Ocalan rêberê gelekî ye. Ji bo aştiya gelên herêmê divê tavilê bê berdan."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15'ê Sibata 1999'an di encama komployeke navneteweyî de birin girava Îmraliyê. Ev 19 sal in di nava tecrîdê de ye û ev saleke jî bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ev rewş Kurdan dixe nava tirs û fikaran.

Kurd, bi banga KCK'ê ji duh ve li gelek welatan dest bi xwepêşandanên protestoyî kirin. Nûnerên sazî û partiyên Kurdan jî destek dan van çalakiyan. Serokê Partiya Komala Îbrahîm Alîzade, ji nûnerên Komalayî Îslamî Kurdo Abdulkerîm Ahmed, Parlamenterê Parlamenta Başûrê Kurdistanê yê YNK'yî Salar Mahmûd û Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd gotin, Ocalan vîna gelê Kurd e û ji bo aştiya gelên herêmê ji dewleta Tirk xwestin ku derhal wî berde.

ALÎZADE: DIVÊ KURD DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN

Serokê Partiya Komala Îbrahîm Alîzade diyar kir, ku komploya li hemberî Ocalan hate kirin zalimane ye û got, "Ev operasyon, derbek li dijî gelê me bû. Gelê Kurd, di şexsê Ocalan de divê daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bike û ji bo vê têbikoşe. Partî, îdeolojî û nêrîna xw eçi dibe bila bibe, pêwîste daxwaza azadiya Ocalan bike. Ev yek li pêşiya daxwaza azadiya Ocalan ne asteng e. Ocalan lîderekî vî gelî ye. Jiyana xwe diyarî vî gelî kiriye. Wezîfeya Kurdan e ku îro xwedî lê derkevin."

AHMED: ŞERT Û MERCÊN OCALAN LÊ TÊ GIRTIN, NE YÊN QEBÛLKIRINÊ NE

Ji nûnerên Komalayî Îslamî Kurdo Abdulkerîm Ahmed jî işaret bi rewşa Ocalan kir û got, "Em bi navê Komalayî Îslamî, Serokê Giştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan weke lîderekî gelê Kurd dibînin. Îro li girtîgeha dewleta Tirk di nava tecrîdê de ye. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. Gelê çi li nava welêt çi jî li derveyî welêt, divê bi çalakî û xwepêşandanan ji bo azadiya Ocalan têbikoşe. Her wiha ji bo PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' were derxistin, pêwîste gelê Kurd li qada navneteweyî giraniyê bide ser dîplomasiyê. Ev yek wê di heman demê de bê wateya azadiya Ocalan."

MAHMÛD: JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE

Endamê Parlamenta Başûrê Kurdistanê yê YNK'yî Salar Mahmûd anî ziman, ku ji bo li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hevdîtinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin, şert e ku Ocalan azad bibe û got, "Pêwîste ev azadî bibe mercê lihevkirin û diyalogê. Ocalan lîderek e ku xwedî bandoreke cidî ye. Têkiliya Mam Celal a bi Ocalan re gelekî baş bû. Di navbera Ocalan û dewleta Tirk de ji bo aştiyê hewl dida. Ji bo hevdîtinên aştiyê yên nîvco temam bibin, pêwîste dewleta Tirk bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo vê jî lazim e Ocalan ji Îmraliyê derkeve, ku karibe hevdîtinên aştiyê baş bimeşîne. Ev yek di heman demê de bi kêrî gelên Tirkiyeyê jî tê. Demokrasî û azadî wê bi vî rengî pêk were. Ev yek wê bandorê li hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Ji bo aştî pêk were, lazim e Ocalan azad bibe."

REŞÎD: OCALAN ÎRADEYA GELEKÎ YE

Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd jî destnîşan kir, ku Ocalan mirovekî ji rêzê nîne û ev nirxandin kir: "Bêguman hemû mirovên me hêja ne. Lê belê Ocalan, şexsiyetekî girîng e ku jiyana xwe diyarî vî gelî kiriye. Dewleta Tirk, di şexsê Ocalan de dixwaze tolê ji hemû Kurdan hilîne. Ne tenê Kurd, divê hemû gelên herêmê xwedî li Ocalan derkevin. Ji ber ku Ocalan şexsek nîne, ew îradeya gel e. Eger zerar bigihê Ocalan, gelê wê Kurd wê cîhanê bi serê Tirkiyeyê ve birûxîne. Pêwîste her kes baş bi vê zanibe. Ji ber ku Ocalan sembola me ya azadî û paşeroja me ye. Lewma divê Tirkiye bi rêzdarî nêzî Ocalan bibe."

Reşîd bi bîr xist, ku Ocalan bi salan e ji bo aştiyê dixebite û got, "Lê belê dewleta Tirk bersivê nade van daxwazên Ocalan. Herî dawî di Newroza sala 2013'an de gaveke bi vî rengî hate avêtin. Pêwîste dewleta Tirk dest ji şer berde û destê aştiyê dirêj bike. Ev yek tê wateya hatina azadî û demokrasiyê. Biratiya gelên Kurd û Tirk jî bi vî rengî dibe. Girîng e gelê Tirk baş bifikire û ji bo demeke dirêj tevbigere. Bi nêzîkatiya li Ocalan re divê gelê Kurd neke dijminê xwe yê heta bi hetayê."