Nûnerê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PAD) Merwan Şengalî bal kişand ser rewşa xelkên Êzidî yên di nava kampan de û astengiyên li ber vegera wan.
‘ALÎKARÎ HATINE QUTKIRIN’
Şengalî anî ziman ku jiyana penaberên Êzidî yên nava kampan her diçe nexweş dibe, alîkarî hatine qutkirin û ev got: “Jiyana xelkê me ya li nava kampan pir zehmet e û zehmetî jî cuda cuda ne. Li aliyekî konên kevin û dîsa pirsgirêkên xizmetgûzarî û dem dem şewata li nava kampan pêk tên, jiyan pir zehmet kiriye. Nimûne ji sala 2014’an ve konên li nava kampan nehatine guherîn û tev riziyane. Ji ber rizîna konan û kişandina xeta elektirîkê ya bêrêkûpêk dibe sedem ku agir bi konan bikeve û piranî jin û zarok dibin qurbanî. Alîkarîyên berê dihatin dayîn, ji meha 8’an ve hatiye qutkirin.”
‘JI BO VENEGERIN TIM ASTENGIYAN DATÎNIN PÊŞIYA WAN’
Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî anî ziman ku bi welatiyên Êzidî yên li Kampa Erbatê re civiyne, li ser rewşa wan û jiyana wan ev agahî parve kir: “Dema dawî me serdana Kampa Erbet kir û em bi gel re civiyan, me bal da nêrîn û pêşniyarên wan. Gelek malbat ewlehiyê dikin hedef, lê hinek malbatên ku ketine bin xizmeta hinek partiyan, zextê li xelkê me dikin ku venegerin. Propagandaya venegerê dikin û tirsê dixin nava xelkê me. Hinek xelkê me heye dixwazin vegerin, lê derfetê wan nîne. Dîsa malbatên ku dixwazin vegerin, bi awayekî zanabûn karûbarên wan yên vegerê tên taloqkirin û mijûlkirin ku malbat venegerin. Beşek mezin ê xelkê me derfetê wiha nîne ku bi mehan bi vê prosedûrê kêfî ve mijûl bibin heta vegerin ser cihê xwe.Vegerê wekî çekekê di destê xwe de bi kar tînin. Bi taybet di mijara siyasî de bi kar tînin. Dengê wan digirin. Malên gelek xelkê me hatine teqandin û bê mal in. Ev jî astengiyeke li pêşiya vegerê ye.”
‘MIJARA VEGERA ŞENGALÊ KIRINE SIYASÎ, ŞERÊ DERÛNÎ LI SER DIKIN’
Şengalî destnîşan kir ku piştî fermanê jî nêzî 10 hezar xelkê Êzidî li Şengalê li çiya man, axa xwe bernedan û ev anî ziman: “Tevî ewqas êrîş û dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê jî xelkê me cihê xwe bernedan, heta îro jî li wir in. Êrîş hebûn, lê xelkê me dîsa vedigeriyan ser cih û warên xwe. Mijara Şengalê ne mijara xizmetguzarî û ewlehiyê ye, mijar bûye mijareke siyasî. Gelek hêzên leşkerî li Şengalê hene. Ji artêşa Iraqê bigire heta hêzên Heşdî Şebî, pêşmerge hene. Her wiha gelek navendên siyasî li wir hene. Ev hemû şerê derûnî li ser xelkê me dike û Şengalê dike. Li deverên Ereb lê ne, dibistan tên çêkirin, xizmet tê kirin; lê dema mijar dibe Şengal ev yek jî nayê kirin. Xebatên li Şengalê ji bo civaka me tê kirin, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve bi derfetên xwe vê dikin.”
‘ÇARESERÎ VEGER E’
Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî li ser vegerê jî ev got: “Çareserî veger e. Xelkê me heke vegerin wê zêdetir zextê li Iraqê bikin ji bo pêkanîna daxwazên wan. Hikûmet tiştekî jî nekin wê civaka me jiyana xwe ava bikin, lê li vir ji gel venabin û nakokiyê dixin nava wan. Rê nadin vegerin. Xelkê me dibêjin, bes derfet bidin em vegerin. Mijara astengiyên vegerê tenê li Başûr nîne, Iraq jî asteng in li ber. Her mala bixwaze biçe Şengalê li benda kontrolê tiştên wan tên daxistin û barkirin, astengiyê derdixin pêşiya wan.
‘RÊVEBERIYA XWESER A ŞANGELÊ BI XIZMETA GEL RADIBE’
Her malbata ku vegere, Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe ji tenduristiyê bigire heta xizmetguzariyê ji bo wan dixebite. Şaredarî li hemû gundan hene û di xizmeta civakê de ye. Derfetên di destê xwe de pêşkêşî wan dike. Çiqasî xelk vegere ev dibe hêzek ji Rêveberiya Xweser re. Dikarin hev temam bikin. Ev şaredarî xelkê herêmê ne û xizmeta xwe dikin.”