BI DÎMEN

Nûman Amed: Hevala Sakîne pirtûka min e

Yek ji gerîlayên HPG'ê Nûman Amed, ku şoreşgera jin Sakîne Cansiz nas dike bal kişand ser taybetmendiyên berxwedêrî û têkoşerî yên Cansiz û got, "Hevala Sakîne pirtûka min e."

Yek ji gerîlayên HPG'ê Nûman Amed, şoreşgerê jin Sakîne Cansiz dinase di salvegera şehadeta wê de ji ajansa me re qala Cansiz kir.

Nûman Amed da xuyakirin, ku Sakîne Cansiz (Sara) bi berxwedanî û têkoşîna xwe tê nas kirin û wî jî Cansiz bi vî awayî nas kiriye.

Nûman Amed bi vî rengî qala Sakîne Cansiz kir: "Di salvegera şehadeta hevala Sakîne de gelekî zehmet e ku mirov qalê bikin. Gelek roj hene ku mirov ti carî naxwazin bînin bîra xwe. Yek ji van rojan 15'ê Sibatê roja dîlgirtina Serokatî ye. Ya din jî roja şehadeta hevala Sara ye. Ev her du roj hem ji aliyê ruhî hem jî ji alyê şertên xwezayê ve gelekî dişibin hev. Di van her du serdeman de zivistan pir dijwar derbas bû. Ji aliyê fîzîkî û ruhî ve jî bandoreke giran li me kir.

Beriya ez hevala Sakîne nas bikim, min navê wê gelekî bihîstibû. Min gelekî meraq dikir û dixwest wê bibînim. Di nava tevgera me de kes nîne ku wê nas nake yan jî navê wê nebihîstiye. Ji ber ku berxwedana hevala Sakîne ya di pêvajoya 12'ê Îlonê de li zîndana Amedê kir, ji bo her kesî eşkere ye. Hevala Sakîne di kesayetiya jinekê de serketin afirand. Bi sekna xwe, bîr, bawerî û têkoşîna jinê bi me re da naskirin."

Di sala 1996'an de di li qada Serokatî min hevala Sakîne nas kir. Hin kesayet hene hevgirtÎ ne, li gel wan qutbûn nîne û her tim diherikin. Wêneyê ku hevala Sara di mejiyê me de çêkir ev kesayet bû. Di nava PKK'ê de sekna jina hatiye afirandin, di kesayetiya hevala Sakîne de hat temsîlkirin. Li pêşberî kesayetiyeke bi vî rengî mirov tenê dikare rexnedayîna xwe bidin.

Di dîroka tevgera jinên cîhanê de hinek kesayetên wek Rosa Luksemburg, Klara Zetkîn û hwd. hene ku tên naskirin. Bi dîtina min kêm kesayet weke hevala Sakîne hene, ku bi hêz û hemû hebûna xwe li dijî faşîzm û şovenîzmê têkoşiya ye û li ber xwe daye. Ew bi sekna xwe bi asta bîrdoziya xwe û bi berxwedana xwe li dijî sîstemê ew kesayet hemû li pey xwe hişt.

Van taybetmendiyên hevala Sakîne gelekî bandor li min kir. Tiştên ku ji bo xwezayîbûna jinê, edalet û wijdana jinê tê gotin di kesayeta heval Sakîne de hatibû rûniştandin. Lewma gelek hevalên xort pirsgirêkên xwe bi wê re parve dikirin û jê alîkarî dixwestin. Wê jî gelek alîkarî dida hevalan. Ez bi xwe jî yek li wan kesanim ku çendîn caran min zor û zehmetiyên xwe bi hevala Sakîne re parve kir. Niha jî weke kesê ku diçe dibistanê heval Sakine pirtûka li ber destê min e."