Nûçegihanê Ronahî TV şehîd ket

Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed, ku di dema şopandina operasyona Minbicê de ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed û nûçegihanê ajansa ANHA'yê  Kendal Cudî, roja 13'ê Tîrmeha 2016'an, gava operasyona rizgarkirina Xaçerêya Sebi Behrat a Minbicê dişlopandin, ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bûbûn.

Cudî û Mihemed di destpêkê de rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mistefa Mihemed ji ber ku rewşa wî giran bû, veguhestin bajarê Qamişlo.

Mistefa Mihemed li Nexweşxaneya Şehîd Xebat dihat dermankirin, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û duh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mistefa Mihemed û Yasîn Şêx Mehemed duh êvarê anîn morga Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo. Cenazeyên herdu têkoşeran îro saet di 09.00’an de ji aliyê rêveber û endamên saziyên Ragihandinda Azad (Ronahi Tv, ANHA, RAJIN, rojnameya Ronahî, radyo, kovara Dengê Kurdistan, Yekîtiya Ragihandina Azad) û bi dehan kesan ve bi dirûşmeyan ber bi Girê Sipî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Mistefa Mihemed wê destpêkê bibin mala malbata wî ya li gundê Yabîsê yê girêdayî Girê Sipî û piştre jî li gel cenazeyê şervanê Minbicê Yasîn Şêx Mehemed bibin Kobanê. Cenazeyên her du têkoşeran wê sibe li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê bên veşartin.