Nûçegihan û nivîskarên Başûrî: Wêneyê li Hewlêrê nayê qebûlkirin

Nûçegihan û nivîskar li dijî daxuyaniyên Mesûd Barzanî û Bînalî Yildirim ên bi dijberiya PKK’ê helwest nîşan dan û gotin: ‘’Wêneyê ku derkeyî holê nayê qebûlkirin’’

Nûçegihan û nivîskaran, dijî daxuyaniyên li dijî PKK’ê yên ku Mesûd Barzanî û Bînalî Yildirim kirin bertek nîşan dan û gotin: ‘’Wêneyê ku derketiye holê ne pêkan e ku ji aliyê Kurdan ve were qebûlkirin.’’

Nûçegihan û nivîskarên Başûrî yên ku ji ANF’ê re axivîn, diyarkirin ku encama ji hevdîtina Hewlêrê derketî û peyamên ku hatine dayin ne pêkan e ku ji aliyê Kurdan ve were qebûlkirin.

Nûçegihan Rêber Reşît têkildarî hevdîtina Hewlêrê wiha got: ‘’Li Rojhilata Navîn ku ji bo Kurdan rewşeke wiha destdayî pêk hatiye, têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ,peyamên ku di hevdîtinên Hewlêrê de hatine dayin ji aliyê Kurdan ve cihê xemgîniyê ye û ne rewşeke wiha ye ku ji hêla Kurdan ve were qebûlkirin.

Reşît got dewleta Tirk li ser Şengalê re dixwaze Kurdan bi hev bide şikandin û got divê êdî her kes bibîne ku dewleta Tirk ji bo Kurdan ti caran tiştekî baş qebûl nake.
Reşît wiha got: ‘’Dema ku Serokwezîrê Tirk hate vir kesî jê re negot ka tu çima bajarên Amedê, Şirnexê kavil dikî û Kurdan qetil dikî. Lê rewşeke ku mirov xemgîn bike derkete holê. Li dijî vê jî divê helwesta partiyên din were rexnekirin. Bêdengiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Divê YNK vê rewşê qebûl neke. Heke qebûl bike naxwe ew jî siyaseteke wiha bi rê ve dibe. Naxwe hevpar in. Li dijî van têkiliyan helwesteke şoreşgerî hewce ye. Lê xuya dike ku ew jî li dijî vê rewşê bêdeng in.’’

AKP Û PDK DIXWAZIN XWE JI KRÎZÊ XILAS BIKIN

Nivîskar Mûtesîm Necmedîn li dijî zimanê ku di daxuyaniyê de hatiye bikaranîn derket û got: ‘’Wêneyê ku derketiye holê tenê partiyekê temsîl dike, ku ev jî PDK ye’’
Necmedîn diyar kir ku têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyê re bi temamî li ser berjewendiyên partiyê ne û wiha got: ‘’A rast her du alî jî berjewendiya gel ji xwe re esas negirin. Tenê dixwazin weke partî ji bin krîza xwe derbikevin. Tirkiye niha ji ber krîza navxweyî ziyareteke wiha ji bo xwe hewce dibîne. Ji Başûrê Kurdistanê ji hêla aborî ve dixwaze sûd werbigre û xwe ji krîzê derxîne. Ji hêla din ve jî, bi mebesta ku destketiyên Kurdan têk bibe, divê destekê bide partiyeke dî ya Kurd. Dewleta Tirk ji hêla legal ve jî û leşkerî ve li dijî Kurdan têk çû. Lê PDK jî ji hêlekê ve behsa dewleta Kurdan dike û ji hêla din jî li dijî Kurdan peymanan girêdide. Ev nakokiyek e."

NAYÊ QEBÛLKIRIN KU JI PKK’Ê RE TERORÎST WERE GOTIN

Nivîskar Necmedîn diyar kir dema ku li rex Mesûd Barzanî daxuyanî tê dayin, nayê qebûlkirin ku ji PKK’ê û YPG’ê re terorîst were gotin û Mesûd Barzanî ji vê re bêdeng bimîne û wiha pê de çû: ‘’ Bînalî Yildirim ji PKK’ê re rêxistina terorîst dibêje û di daxuyaniya hevpar de dibêje em ê bi hev re li dijî terorê têbikoşin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ji bo Kurdan tê maneya xwekujiyê ye. Çawa biryara vê didin wiha? PKK îro li çar beşên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dide. Ê ku dixwaze vê tepeser bike dewleta Tirk e. Vê ji bo xwe weke divêtiyekê dibîne. Ji ber ku dijminatiyê bi Kurdan re dikin. A rast heta deverekê mirov dikare vê fêhm jî bike, ji ber ku dijmin e. Lê nayê qebûlkirin ku rêxistineke Kurd wiha bibêje, di nav çarçoweyeke wiha de cih bigire.’’