NPG: Ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê wê serketinê misoger bike!

Fermandariya Biryargeha NPG'ê salvegera 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir û got, "Gerîla yên ku bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê şer dikin û gelên me yên ji bo azadiyê têdikoşin wê serketinê misoger bikin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 18'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê got, "Em di salvegera 18'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de ne ku li dijî konsepta tasfiyekirinê ya Komploya Navneteweyî hate kirin ku komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê hatibû kirin. Salvegera 18'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê di serî de li Rêber Apo, malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, gelê me yê welatparêz, mirovahiya demokratîk û hevrêyên xwe hemûyan pîroz dikin. Me sala 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê li pey xwe hişt ku navê israra li ser xeta Rêbertî û jiyana azad e û em dikevin sala 19'an. bi vê wesîleyê di serî de hevalên Mahîr Dersim, Kendal Baz, Huseyîn, Silav, Têkoşîn, Nûcan û Seyît Riza, afirînerên vî ruhê pêngavî Serxwebûn, Adil, Nûda, Sîdar, Dîcle Afrîn, Simko Rojhilat, Gelhat, Reşît Serdar, Rojîn Gewda û hevalên Mizgîn Ronahî, Şaristan, Rohat, Şevîn, Viyan û Mahîr Mazlûm ên herî dawî ev ruhê pêngavî yê Apoyî li Zapê gihandin asta herî bilind, bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo bicihanîna armanca azadiay Rêbertî û azadiya Kurdistanê dubare dikin."

Di dewama daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG'ê de wiha hate gotin:

"Eger Rêberê me bi komployeke navneteweyî ji aliyê fîzîkî ve dîl hate girtin û di van salên dîlgirtinê de komployê bi berfirehî dewam kir, sedem ew e ku Rêberê me bi rengê îdeolojîk xwedî li mirovên azad derdikeve û hewl dide sîstemeke jiyana azad ava bike. Ji ber ku li gel Rêbertî û di nava rastiya PKK'ê de xwedîderketina li nasnameya xwe bi karakterê azadîparêziyê ye, sîstema serwer vê jiyana azad û rastiya mirovên azad qebûl nake. Mîna doh îro jî tunekirin, tasfiye û qirkirinê li vê rastiyê ferz dike. Di nava rastiya Rêberê me û tevgera azadiyê de nasnameya Kurd ê azad heye ku li hemberî sîstemê têdikoşe, xwedî karakterê azadîparêz e û bi rengê îdeolojîk xwedî li civakîbûnê derdikeve. Di 15'ê Sibata 1999'an de ku yek ji demên herî metirsîdar ên dîrokê bû, mirovahiyê şahidî ji vê têkoşîna bêeman re kir. Hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst, bi gardiyaniya dewleta Tirk xwest ji sîstemkirina îradeya mirovê azad û wateya wê tolê hilîne. Lê belê Rêberê me di demên herî zehmet ên partiya me de jî pêngavên mezin kir û dijmin matmayî hişt. Di rewşên welê de ku kesî jê bawer nedikir û digot 'êdî qediya ye', hem hêvî xurt û mezin kir, hem jî pêngavên îdeolojîk, leşkerî, siyasî û dîplomatîk bi rengê herî bi bandor pêk anî.

BI PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ RE TASFIYEKARÎ HATE TASFIYEKIRIN

Hêzên me yên gerîla ji sala 1999'an dema vekişînê heta 1'ê Hezîrana 2004'an di nava salan de di pozîsyona agirbestê de man, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derfet û atmosferek afirandin. Lê belê dewleta Tirk a mêtinger qirker xwest vê pêvajoyê ji bo tasfiyekirina tevgera me bi kar bîne. Li dijî vê konsepta dijmin a mijûlkirin, marjînalkirin, rizandin û gav bi gav tasfiyekirina tevgerê, biryar li ser Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî hate dayin. Rêberê me di nava vê demê de ji bo têkbirina komploya navneteweyî û pûçkirina komên çete yên dûvikê vê komployê, bi rengekî awarte hewl da. Bi pirtûka xwe ya bi navê 'Parastina Gelekî' manîfestoya parastina gel a bi rengê îdeolojîk, rêxistinî, siyasî û leşkerî pêşkêşî me kir, hêzên me yên gerîla ji bo parastina xeta azadiyê û parastina gel wezîfedar kir. Ji ber vê yekê Pêngava 1'ê Hezîranê bi qasî pêngaveke leşkerî, di heman demê de pêngaveke îdeolojîk e. Bi Pêngava 1'ê Hezîranê re tasfiyekarî hate tasfiyekirin.

PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ NAVÊ JIYANA AZAD Û ISRARA LI SER XETA RÊBERTÎ YE

Divê qet neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê bêyî gerîla ti serketin bi dest nakeve. Serketin li aliyekî wê mafê jiyanê yê gelê me ji dest bigirin. Şer li Kurdistanê tercîh nîne, neçarî ye. Eger em dixwazin bi nasnameya xwe bi rûmet hebin û li welatê xwe xwedî statu bin, bi rengekî azad bijîn, hingî divê em şer bikin. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne. Rê û rêbazên li derveyî vê yekê teslîmiyet e, bêrûmetî ye. Lewma Pêngava 1'ê Hezîranê navê jiyana azad û israra li ser xeta Rêbertî ye. Bi vê pêngavê re komploya navneteweyî û tasfiyekarî hatin pûçkirin, hêzên me yên gerîla hîn bi şêweyekî profesyonel şer meşandin. Salên piştî 2004'an têkoşîna gerîla dewam kir, polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ku xwe dispêre DYE'yê hatin têkbirin. Di 1'ê Hezîrana 2010'an de jî têkoşîna me di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî derbasî qonaxeke nû bû. Şerê Gel ê Şoreşgerî ku ji sala 2015'an û vir ve di asta herî bilind de ye, çavkaniya xwe ya sûdwergirtinê ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê ye. Lewma li dijî xeta Komploya Navneteweyî ku hewl tê dayin ji nû ve bê ferzkirin, gelê me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro jî bi ruhê 1'ê Hezîranê têdikoşin, li ber xwe didin.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ TEMÎNATA SERKETINÊ NE

Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê îro li tevahiya Kurdistanê şerê hebûn û azadiyê tê meşandin. Hêzên me yên gerîla bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê ji Bakur heta Başûr li dijî dijmin şerekî fedaî yê Apoyî yê bêhempa dimeşînin. Di 1'ê Hezîrana 2022'an de wê ruhê Apoyî serketinê misoger bike, wê serketinên mezin diyarî Rêbertî, gelê me û hevrêyên me hemûyan bikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku temînata mayindebûna xeta Rêbertî û serketinê ye, ji niha û pê ve jî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet amade ye ku bi rengekî fedaî berdêlan bide. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê serketina operasyonên şoreşgerî û çalakiyên daîmî careke din raxistin pêş çavan û bi coş û moraleke mezin sala 19'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê pêşwazî dikin. Em dibêjin, serketin wê ya gerîla be ku bi ruhê pêngavî yê Pêngava 1'ê Hezîranê şer dikin, serketin wê ya gelên me be ku ji bo azadiyê têdikoşe."

Li ser vê bingehê em salvegrea 18'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê careke din li gelê xwe, dostên xwe û hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Ji şervanên azadiyê yên ku di sala 19'emîn a pêngava me de meşa azadiyê ya Rêber Apo û gelê me bi biryardarî dimeşînin, ji gelê me û hemû hêzên têkoşer re serketinê dixwazin."