NPG: Em hevrê Ûlaş bi rêzdarî bibîr tînin

Femandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber şehadeta Ûlaş Bayraktaroglû ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, peyameke nivîskî ji Komîteya Navendî ya DKP re şand.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de hat gotin, "Hevrêyên hêja, em gelekî pê êşiyan ku dema bihîstin pêşengê leheng ê DKP'ê û fermandarê leheng ê BOK'ê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet) şehîd bûye. Bila serê hevrêyên DKP'yî, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, hemû şoreşger û sosyalîstan sax be. Êşa we êşa me ye."

Di dewama peyama Fermandariyê de wiha hat gotin: "Hevrê Mehmet di têkoşîna sosyalîst û şoreşgerî de her tim li çeperên herî pêş cih girt. Ji xwe re weke wezîfeyeke şoreşgerî dît, ku ji Gezî ber bi Kurdistanê, ji wir jî ber bi Sûriye û Rojhilata Navîn ve di têkoşîna gelan û çîna bindest de cih bigire. Efsaneyekî zindî yê pratîka enternasyona a serdema îro bû. Weke milîtan û fermandarekî bi biryar ê şoreşa yekbûyî ya gelan jiya û şer kir. Têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ'ê, ku bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, weke wezîfeyeke dîrokî ya têkoşîna sosyalîst dît. Ji bo bi erka xwe ya şoreşgerî rabe, bi rengekî fedayî tevlî bû. Weke fermandarekî şoreşger û hevrêyekî pêşeng, ku her tim bi ocş tevlî şoreşê bû û wê ji aliyê hevrêyan ve mînak were dîtin, bi jiyan û têkoşîna xwe rê nîşan da.

Hevrê Mehmet bi jiyan û kesayetiya xwe ya dîrokî, wê di têkoşîna şoreşa yekbûyî ya gelan de her hebe."