NPG: Em bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dikin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Em bi biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe Newroza xwe ya 50'emîn a Rêbertî pêşwazî dikin. Bi biryar in ku heta meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, bêeman têbikoşin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha:

"Em dest bi sala 50'î ya meşa azadiyê ya koma Apoyî dikin, ku bi tespîta Rêber Apo ya ku digot, 'Kurdistan mêtingeh e' û divê ji vê rewşê teqez bê rizgarkirin, dest pê kir. Mîna ku partiya me PKK'ê di Danezana 50'emîn de destnîşan kir; Rêberê me di rojeke Newrozê ya bi wate de ku rabûna li ber zilm, koletî û mêtingeriyê ye, meşa azadiyê da destpêkirin û bi rêbaza Apoyî di nava şert û mercên herî bêeman de bi rengekî bênavber têkoşiya, ji bêderftiyê derfet afirand, ji bêhêvîtiyê hêvî, ji hêviyê jî azadî afirand. Têkoşîna xwe ya bêrawestan 24 sal in li Sîstema Êşkenceê ya Îmraliyê bênavber, bi berxwedana bêhempa û sekna mirovê azad ê mezin dewam dike. Di şexsê şehîdên Newrozê yên mezin Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel de hemû şehîdên ezîz bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ku van lehengan bi meşa azadiyê ya Rêberê me, gel û tevgera me gihandin vê astê. Bi van hestan em Cejna Newrozê di destpêkê de li Rêber Apo, malbatên me yên hêja yên şehîdan, hevrêyên me yên li her qadê kedê didin, gelê me yê fedakar û welatparêz, dostên gelê me û li hemû gelên ku ji kevneşopiya Newrozê bawer dikin, pîroz dikin.

Em; tevgera Apoyî bi manewiyata Berxwedana Îmraliyê ya mezin a Rêber Apo, bi talîmata ku me ji şehîdên xwe wergirtine, bi ruhê serhildanê yê gelê Kurdistanê ku bûye Newroz, bi ronahiya hişmendî ya felsefeya Apoyî, bi germahiya dil ê hezkirina gel, bi nirxên ku di pêvajoya têkoşînê ya nîv sedsalê de hatine afirandin, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, ji her demê bêhtir bi asta milîtaniyê ya ku fedayî, bi biryar û berê xwe li serketinê ye, dest bi sala 50'emîn a Newrozê dikin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi lidarxistina civînên xwe yên Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, bi amadekariyên xwe û diyarkirina plansazî û taktîkên xwe yên sala nû, bi biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em Newroza xwe ya Rêbertî ya 50'emîn pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya gerîla ku gihîştiye 40 salan, bi taybetî jî asta şer a ku sala 2021'ê hate afirandin, taktîk û ruhê fedayî yê Apoyî yê mezin nîşaneya wê yekê ne ku di sala 50'emîn a Newrozê de em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin. Ji mejiyê partiya me hevrê Mazlûm Dogan heta bi şûrê gelê me hevrê Mahsûm Korkmaz, ji Zekiye heta Rahşan, ji Bêrîtan heta Zîlan, ji Zelal heta Delal, ji Adil heta Reşît Serdar, ji Şoreş Beytuşşebap heta bi Hewram, Nûjîn, Diljîn, Zerdeşt, Hêjar, Rêber, Serhed, Rûken, Cûmalî, Çavrê, Botan, Serhildan û Zinarînan em bi ked û têkoşîna bi hezaran hevrêyên xwe yên şehîd gihîştin vê astê. Bi meşa li ser xeta şehîdan em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe di sala 50'emîn a Newrozê de hîn behtir bilind bikin.

Weke Gerîlayên Parastina Gelê Kurdistanê ku li ser xeta lehengiyê ya artêşa me ya şehîdan a nemir û li ser bingeha îdeolojiya Apoyî sond xwarine ku bi rengekî fedayî şer bikin û gerîlatiya serketinê teqez biafirînin, heta ku meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin, em bi biryar in ku bi rengekî bêeman têbikoşin. Em gelê xwe, dostên gelê xwe yên ku bi kevneşopiya serhildanê dadikevin qadên Newrozê ji çiyayên Kurdistanê silav dikin û careke din Cejna Newrozê pîroz dikin, ji hêzên ku ji bo azadiyê têdikoşin re di sala 50'emîn a tevgera Apoyî de serketinê dixwazin."