NPG: Em bi biryar in ku Newrozê bikin destpêka pêngaveke nû!

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Em bi biryar in ku Newroza 2020'an bi berxwedanê, bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gel ê şoreşgerî de bikin destpêka pêngaveke nû.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî Newrozê daxuyaniyek da. Fermandariyê diyar kir, "Gelên Rojhilata Navîn bi sedan sal in ji bo Newrozê dibêjin 'roja nû' û wê weke destpêka saleke nû û biharê pîroz dikin. Gelê Kurd jî ev roja bi wate û pîroz bi sedan salan bi heman şêweyî pêşwazî kirin, her wiha li dijî zilma zalimên mîna Dehaq agirê Newrozê yê Kawayên Hesinkar veguherandin agirê berxwedan û serhildanê û kirin 'roja nû' ya ku azadî li pêşberî koletiyê bi ser ket. Kurd Newrozê weke cejneke berxwedanê ya govenda azadiyê pîroz dikin. Cejna Newrozê weke kevneşopiyeke qedîm cihê xwe di nava Kurdan de girtiye."

GELÊ NEWROZÊ YÊ BÛYE SERHILDAN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Meşa dîrokî ya Rêber Apo ku li Kurdistanê bû gaveke nû, hêviyeke nû ya azadiyê, hişyariya li jiyaneke azad û destpêkirina bihareke nû, di nava PKK'ê de şênber bû û bi artêşa ji deh hezaran şehîdan veguherî bi milyonan kesî û îro bûye hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû. Meşa azadiyê ya Apoyî ku bi Newroza 1973'an re dest bi têkoşînê kir, agirê azadiyê yê Mazlûm Dogan ku li zindanê bi sê derbikên niftikê pê xist li ezmanên Kurdistanê bilind kir û piştî ku ev yek li çiyayên Kuredistanê veguherî govenda serketinê ya bi pêşengiya gerîla, Newroz bêhtir watedar bû, bû xwedî girîngî û mîsyonê. Meşa azadiyê ya pîroz a xeta Apoyî ku nêzî nîv sed sal in didome, her Newrozek kiriye pêngaveke nû, destpêkeke nû, wesîleya geşkirina têkoşînê û her Newroz jî bi vî rengî pêşwazî kiriye. Gelê Kurd ji bo Newrozê bike Newroz her sal bi dehan şehîd da, bê hejmar berdêl da û ti carî ji vê yekê venegeriya û veguherî gelê Newrozê yê serhildanê.

EM SOZ DIDIN KU BERXWEDANA AGIRÊ NEWROZÊ BI SER BIXÎNIN

Bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku Newroz li wateya xwe ya arastî ya berxwedana li dijî zext û zilmê vegerand, şehîdên leheng bi minet bi bîr tînin, Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, li hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin, li gelê xwe yê fedakar û welatparêz û her gelên ku ji kevneşopiya Newrozê bawer dikin pîroz dikin û soz didin ku em ê berxwedana agirgê Newrozê di rêya têkoşîna pîroz a şehîdan de bi serketinê tacîdar bikin.

Gelê Kurdistanê di herikîna dîrokê de ti carî serî li ber mêtingeran netewandiye, çiyayên Kurdistanê yên qedîm ji xwe re kiriye war û her tim bi ruhê Newrozê li ber xwe daye. Bi heman ruhê berxwedanê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta mêtinger, faşîst û qirker didomîne. Ji ber ku Kurdistan li navenda cografya Rojhilata Navîn e ku siyaseta cîhanê destnîşan dike û gelê Kurd têkoşîna azadiyê bi rûmet dimeşîne, ew veguherandiye hêviya gelên bindest hemûyan. Kurd ku Rêber Apo jê re dibêje 'Gelê Newrozê' û welatê wan Kurdistan ji bo mirovahiya ku bêalternatîf, bêpaşeroj û bêazadî tê hiştin veguheriye Kabeya nû. Felsefeya Rêber Apo ji sînorên Kurdistanê jî derbas bû, veguherî hêza çareseriyê ya global, mînaka şênber a lêgerîna li cîhaneke adîl û paradîgmaya alternatîf. Bêguman ev asta ku Têkoşîna Azadiyê gihîştiye bi hewldana bêhempa ya Rêber Apo, têkoşîna wî ya bênavber, xwîna şehîdên leheng û keda wan pêk hatiye.

EM BI BIRYAR IN KU NEWROZA 2020'AN BIKIN DESTPÊKA PÊNGAVEKE NÛ

Bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em dibêjin; ji bo Newroza 2020'an bikin destpêkek nû, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan di vê dema dîrokî de bi germahiya agirê Newrozê geş bikin, bi perspektîfên Rêber Apo û li ser xeta afirînerên kevneşopiya berxwedana Newrozê ya nû Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz wezîfeyên serdemê bi serketî pêk bînin, em ji her demê bêhtir bi biryar in. Em bi îdîa ne ku Newroza 2020'an bi berxwedanê, bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gel ê şoreşgerî de weke destpêka pêngaveke nû pêşwazî bikin.

GERÎLAYÊN HPG'Ê BI HÊZ Û BI BIRYAR IN KU BERSIVÊ BIDIN HEMÛ ÊRIŞAN

Bi navê Hêzên Parastina Gel ji bo Newrozê bi îdîa û biryardariyeke wiha pêşwazî bikin, di vê pêvajoyê de me civîna xwe ya Konseya Fermandariyê bi rengekî serketî pêk anîn. Civîna me bi beşdariyeke têrker a ji her qadên têkoşînê 6 rojan dewam kir û tê de nîqaşên girîng li ser bilindkirina têkoşînê û biserxistina berxwedana me ya dîrokî hatin kirin. Di civînê de pratîka şer û têkoşînê ya sala 2019'an bi berfirehî hate nirxandin û ji bo sala 2020'an bibe sala serketinê rê û rêbazên şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir, li ser vê bingehê biryar wergirt û çarçoveya taktîkî û plansaziya sala 2020'an destnîşan kir. Civîna me ya Desteya Fermandaran li ser şopa şehîdan, bi hêz û morala ji fedakarî û helwesta berxwedêr a gelê me werdigire, li ser xeta Apoyî biryarbûyîneke girîng destnîşan kir û bi amadekariyeke xurt dest bi sala nû ya Newrozê kir. Bi navê Hêzên Parastina Gel ku ji bo azadiya gelên bindest têdikoşin, em Newroza 2020'an bi biryardariya civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê, bi îdîaya serketinê pêşwazî dikin û li ser vê bingehê Newroza gelê xwe silav dikin.

Bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo û li ser xeta şehîdan Hêzên Parastina Gel wê bi ruhê serketinê û berxwedana newrozê ji niha û pê ve jî gavên pêwîst bi biryardarî biavêjin û ti carî xwe ji vê yekê venegirin. Êrişa li dijî gelê me ji kê tê bila bê, gerîlayên HPG'ê wê bi ruhê milîtan ê Apoyî û bi piştgiriya gelê Kurdistanê bersivê bidin êrişên dijmin hemûyan, ku xwedî vê hêz û biryardariyê ne.

Li ser vê bingehê, bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê em gelê xwe yê ku bir uhê Newrozê li dijî êrişên mêtinger faşîst dadikevin qadan û têdikoşin silav dikin, bi coşa gerîla ya li çiyayên azad û ruhê berxwedana Apoyî careke din Newrozê li gelê xwe pîroz dikin û ji hêzên ji bo azadiyê têdikoşin di dema nû de serketinê dixwazin."