NPG'ê ji bo lêkolînkirina êrîşên kîmyewî bang li heyetên serbixwe kir

NPG'ê diyar kir ku Hûlûsî Akar li Meclîsê êrîşên bi çekên kîmyewî înkar kiriye û ragihand ku fermana êrîşan ji aliyê Akar ve hatiye dayin. NPG'ê bang kir ku heyetên serbixwe bêne herêmê û lêkolînê bikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî da:

"Wezîrê Şer ê Tirk Hûlûsî Akar li pêşberî raya giştî bi durûtiyeke mezin tevgeriya. Li nêzî gundê Sîda yê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê di 7, 8 û 9'ê Kanûnê de li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla sê rojan 150 carî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Fermana vê êrîşê ji aliyê Hûlûsî Akar ve hate dayin. Kesê ku fermana vê yekê da, bêyî ku li ber xwe bikeve û şerm bike 9'ê Kanûnê li Meclîsa Tirkiyeyê di civîna têkildarî budçeyê de, li pêşberî meclîsê, li pêşberî civakê gotinên berevajî kiryarên xwe got. Gotinên xwe yên berê careke din dubare kir û îdîa kir ku çekên kîmyewî bi wan re nîne, ti carî bi kar neanîne û bi zimanekî tund gef li wan mirovan xwar, ên ku bikaranîna çekên kîmyewî bilêv kirin. Heman şexsî bi rûreşî û bêşermiyeke mezin, got ku wan bi xwe heyetek çêkirine, heyetê li cihê bûyerê lêkolîn kirin, tevî Wezareta Tenduristiyê lêkolîn kiriye û her tişt paqij e. Vî şexsê bêyî ji xwe fedî bike, derew li civak û raya giştî ya Tirkiyeyê kiriye. Hem ferman daye ku çekên kîmyewî bê bikaranîn, hem jî bêyî fedî bike înkar kiriye.

Raporeke lêkolînê ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li gorî gotinên vî kesî, wê ti carî objektîf nebe. Ew bi xwe sûcdarê şer e, bi raporan hewl dide xwe paqij bike. Ti aliyekî cidî yê vê yekê nîne. Gotina ku heyetek çêkirine û şandine di heman demê de mikurhatina li sûcên xwe yê şer e. Lewma rapora ku qalê dikin nayê qebûlkirin û ne cihê baweriyê ye. Hêzên ku çekên kîmyewî bi kar anîn, hemûyan gotin ku ti carî çekên kîmyewî bi kar neanîne û sûcê şer nekirine. Xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên rejîma Saddam Huseyîn li Helebceyê bi hezaran jin, zarok, ciwan, extiyar şehîd dan. Cenazeyên şehîdan li erdê, li pêş çavên tevahiya cîhanê bû, lê dîsa jî rejîma Saddam Huseyîn digot ku çekên kîmyewî bi kar neaniye. Ji ber vê yekê divê kes baweriyê bi derewên Hûlûsî Akar nîne, ku sûcdarekî mezin ê şer e.

Cihên çeperên me yên şer lê ne, yên ku di nava sê rojên dawî de 150 carî çekên kîmyewî li ser hatin bikaranîn, cihekî welê ye ku rêya asfaltê jî digihêje qadê. Lewma bi wesayitê mirov dikare xwe bigihîne herêmê û lêkolînekê lê bike. Em bang li heyetên serbixwe dikin ku li vê herêmê lêkolînê bikin û rastiyê li cih bibînin."