Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê kete roja duyan
Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê ya ku HDP’ê duh hayî destpêkirin, di roja duyan de bi paqijkirina derdorê û meşa sibehê dest pê kir.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê ya ku HDP’ê duh hayî destpêkirin, di roja duyan de bi paqijkirina derdorê û meşa sibehê dest pê kir.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya ku duh ji hêla wekîlên HDP’ê ve duh li Parka Mûsa Anter a Wanê dest pê kirî di roja duyan de berdewam dike. Çalakî bi dorpêça polîsan didome. HDP’yiyên di çalakiyê de bi meşê û paqijkirina derdorê dest bi roja duyan kirin.
Li gorî bernameya îro gelek kes û sazî wê serî li nobetê bidin. HDP’yî saet 11.00’an wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Plansaziya îro ya çalakiyê wiha ye:
Saet 10.0’an rêxistinên navçeyê yên DBP-HDP’ê yên Îpekyoluyê, TUHAD-FED, MEYA-DER û Komeya Rojava wê seriyekî bidin nobetê.
Saet 11.00’an wê daxuyaniya çapemeniyê were dayin.
Saet 12.00’an Rêxistina Bajêr a CHP’ê wê seriyekî bide nobetê.
Saet 21.00’an çalakiya dengderxistin wê were kirin.
Vekillerimiz VAN Musa Anter Parkı'nda güne çevre temizliği ve sabah sporu başladı#VicdanveAdaletNöbetiVanda pic.twitter.com/fwWzGWPV2Q
— HDP İstanbul (@HDPistanbul) 9. August 2017